4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

  Reel-polîtîk û ziman

Nemaze ji 2015an şûndetir li bakurê Kurdistanê takekesî, takekesperestî, guhnedana hev, lihevnekirin bêyî ferqa îdeolojîk û siyasî, di hemû derdorên siyasî, civakî, çandî, zimanî, ragihandi û çapemeniyê de zêdetir derketiye pêş.

Min hinekî dabû ber bayê demê lê nivîseke Hesen Huseyîn Denîz bi navê “Pêwîstî Bi Konferanseke Ziman Heye” careke din birîneke min a jibîrçûyî tevrakir û xwîn kir. Di serî de bêjim ez tevî hemû kakilê nivîsara wî dibim. Birêz Denîz gelek pirsgirêkên ziman ên îro hene anîne ziman û ji bo çareseriya wan konferanseke ziman pêşniyar kiriye.

Dil dixwest ku çar pênc sal berê, wexta bi “Rastnivîsîn”(!?)ekê topa rêziman û rastnivîsa ji Celadet Bedirxan vir ve hatibû qebûlkirin û 90 sal in rûniştibû, hate avêtin jî dengê xwe derxista, helwest nîşanî bêrêziya li rêziman û rastnivîsa rûniştî bida. Belkî nişan dabe lê qasî ku min şopandiye, min nedîtiye, ne bihîstiye. Lê dixuyê ku ew jî dildarekî zimanê xwe ye, li ser pirsgirêkan sere xwe diêşîne, ditêkile. Bila wisa be, dereng nîn e, helwesteke di cih de ye û bi nirx e.

Pêşî ez diyar bikim ku ez xebatkar û dildarekî ziman, çand, wêje û azadiya gelê xwe me. Bi navê zimanzan xwe pênase nakim, piştî ku haya me ji pratika kesên ku navên wan weke ‘zimanzan’ tên pênasekirin bû, ji bo pênaseya zimanzaniyê ez dibêjim haşa û şerm dikim. Yên tê gihiştine ku di van waran de pirsgirêkên civaka wan hene û sere xwe ji wan re diêşînin dikarin û ferz e ku dîtinên xwe bi têkildaran û platforman re parve bikin, tiştên nelirê, nerast, kiryarên çewt rexne bikin, binirxînin, hişyarî û pêşniyaran bikin. Ev reftareke medenî û pêwîst e. Êdî pir baş zelal bûye ku eger ev tenê weke kare ‘zimanzan’ û ‘akademîsyen’an bê dîtin, wêga em mala xwe bi destê xwe xira dikin. Eşkere bûye ku xema wan ziman û pirsgirêkên ziman re nemaye. Bi salan e rexne li wan û xirakirina ziman a ew dibin sedem tê kirin, gelek der û dor û kes bi hawar û gazî deng didin ‘zimanzan’ û ‘akademîsyen’ bersivikê jî nadin. Ma ev e zimanzanî û akademîsyenî?

Madem ez xwe weke dildar, xebatkar û hezkiriyekî ziman, çand, wêje û azadiya gelê xwe dibinim mafê min û kesên weke min jî heye ku ez û ew bibin xwedî gotin. Çima hewce dibînim vê yeke bêjim, ez wê biderbirînim. Çawa min gotibû ez dildar û xebatkarekî zimanê xwe me, me ji ciwaniya xwe heta îro hişê xwe, mêjiyê xwe; çi viyan û şiyana me heye ji bo gelê kurd, azadî û felata wî, ziman, çand û wêjeya wî bi rê xist. Di salên herî hela hela de dûvedirêj bi zindan, îşkenceneyan re derbas bûn, çi heye me da riya vî welatî, vî gelî û vî zimanî. Me her derfetên ku derketine pêş me nenêrî, me di riya xwe de dewam kir. Di wan salan de ew kes bûn ‘zimanzan’, ‘akademîsyen’ û îro jî pozbilind. Lê em tu car ji van dildarî û baweriyên xwe neqetiyan. Me çi derfet dît xwe bixwe perwerde kir. Bê pirole bi dehan nivîsên li ser ziman; ne bi kopiya Celadet Bedirxan, mijarên xweser, di qada zimanê kurdî-kurmancî de mijarên kes li ser ranewestiyaye yên nipnû di gelek rojname, malper û kovaran de hatine weşandin. Me çi bi dest xist, bi keda xwe, bi derziyê kola. Hêmayên ku her kes bi xal û apên xwe yan jî kedeke ji rêzê bi dest dixist, me çar qat zêde ked dayê. Daneheva ew gihiştinê em jî kêm zêde gihiştinê. Tenê di destê wan de belge û dîplome hene yê me jî tenê dil û mêjiyê me. Lê divê bê zanîn ku tenê belge û dîplome têra zanîna ziman nakin. Me bi tecrubeyan dîtiye ku gelek kesên bi belge û dîplome xwedî şiyana zanîna ziman nîn in lê navê wan zimanzan e. Xwe dispêrin belge û dîplomeyan, ziman nanêrin tu dibê trenê dinêrin. Haya wan kûraya ziman nîn e. Tenê dizanin malhaziriya Celadet Bedirxan kopî bikin û li ser navên xwe biweşînin. Ji van kesan hinekan ‘Rastnivîsan’a xwe derxistine, hinekan jî rêziman. Paşê jî li ser bingeha wî, wî tehrîf dikin, xira dikin. Ji wan yekî jî ji wî cudatir tiştek negotiye. Vê rebenî û belengaziya xwe weke tiştekî xas pênase dikin. Lê berhemên wan li ser navê rastnivîs û rêzimanê derxistine trajîkomîk in. Lê xwe dispêrin kaxizên di destê wan de weke belge û dîplome, yên bi kedeke bêhempa hewl didin tiştekî jî nahesibîn. Bila ew di bin siya ‘berhemên’ ku têra wan nake xwe lê dirêj bikin de pozê xwe bilind bikin, xwe qure bikin lê gotineke me jî heye, me heta niha paşde nedaye, em ê careke din û careke din bêjin.

Di vê çarçoveyê de ez ê jî çend tiştan diyar bikim. Birêz Hesen Husyîn Denîz konferanseke giştî pêşniyar dike. Ez çarçoveya konferansa ew pêşniyar dike baş fêm dikim û dibêjim xwezî konferanseke wisa bûbûya. Lê li ser axa welatê me a niha tiştekî wisa ne pêkan e. Ji ber ku krîza civakî ya li welatê me heye bi heman awayî di qada ziman de jî heye. Ji ber ku feraset û zêhniyet tiştekî gelek ecêb e. Konferans ji konferansan re dibêjin bi wê de here. Di van salên dawîn de du xebatên şênber çêbûn. Yek a Weqfa Mezopotamyayê li dar xist, yek jî ya Saziya Ziman a Rojava. Di encama wan de rastnivîs û rêziman hatin çapkirin.

Van her du saziyan jî pişta xwe spartine sazîbûna xwe, navên weke zimanzan û akademisyen tên naskirin, ji bo Rojava jî naskirina fermiyeta li qadê reel-polîtîk tevgeriyan. Yanî bi metodolojik, bi prensip û bingehîn nêzik nebûn; li gorî rewşa xwe ya konjonktûrel, demî, bertekên li dijî daneheva Celat Bedirxan xebat girtine dest. Bi der û dorên teng ên tenê ew nas dikin re nîqaş kirin û qaşo rastnivîs û rêzimanên nû spartine kurdî-kurmancî. Xwe stran xwe xwarin. Li Bakur çiqas îtiraz û nerazîbûn çêbûn jî guhê xwe li wan girtin û peyhev bi awayekî endustriyal û ticarî ev berhem weşandin û xwe yek otorîte îlan kirin.

Li Rojava jî tiştekî balkêştir bû. Qaşo konferansek li dar xistin, gazî gelek derdoran kirin, nêrîn û nirxandin ji wan re çûn lê di dawiyê de yek ji wan jî qebûl nekirin, dîsa pêşnûma ya ji derdoran re şandibûn li ser navê saziya perwerdeya ziman spartine fermiyeta Rêvebiriya Xweser a Rojava. Êdî ew rêziman weke fermî li qada perwerdeya Rojava tê qebûlkirin. Tê payîn ku li Rojava û Bakur gelek bertek hebûn û hene, dîsa wan doşava xwe weke xwarineke biçêj, bi ser navê otorite ajot ser sifreya fermiyetê û sparte vîna gel.

Yanî konferansa ku birêz H. H. Denîz pêşniyar dike îdeal e lê di nav vê zêhniyet û atmosfera reel-polîtîk de ne pêkan e. Çima? Bersiva vê pirse gelek girîng e.

Mixabin li Kurdistanê (êdî derketiye rastê ku li Rojava jî tê de ye) her tişt li ser prensîpên esas nayê rawestin. Reel-polîtîk, li gorî rewşê û derdoran, bi awayekî çawalêhatanîn rawestandina li ser pirsgirêkên ziman ên jiyanî jî êdî bûye pensîp. Ziman ji du hêmayên bingehîn ên netewayan e. Her tim bi ziman re nayê lîstin. Eger pirsgirêk û tengasiyên cidî li pêş ziman hebin, bi qasî cidiyeta wan bi giranî li ser tê rawestandin, bi cidiyetê ji bo çareseriya wan xebat tê kirin. Bi awayekî metodolojik, hûrgilî, bi mantiqekî cidî, pêdiviya ziman a nebenabe xebat tê kirin.

Lê ev derdorên ku em jê behs dikin bi van pîvanan tevnagerin. Ziman weke hewcedariyeke demane û mode dibînin. Li gundê wan, di nav derdor û herêma wan qalibên ku C. Bedirxan bi xebat û lêkolînên giranbiha yên zanistî kirine bêyî ku rêbazên dinya bi kar tîne biceribînin di derdoreke teng de digihîjin biryaran û weke roman an jî kovarekî derxin çap dikin, diweşînin. Ziman li konjonktûra xwe tînin. Konjonktûra wan çi ye? Bi giranî ev e ku li gorî rewşa polîtîk a serdemê, rewşa derfetên ku weke aborî derdikevin pêş wan, nîqaşên pûç ên li ser ziman, çanda popûler a bi demê re derdikeve rastê, kaosa siyaseta welêt re derdikeve ya ku di serê rewşenbîr û kesên xwe weke zimanzan û akademisyen lanse dikin dibe mode û rewşa rojane çawa lê tê. Li pey hev rastnivîs û rêziman derdikevin. Êdî mode, modeya rastnivîs û rêzimanên wan e. Di serdema qeyranê de ev mode ne lê li gorî rastiyên ziman ev hemû jî beravêtî ne. Pîne û potikbûna wan dema hesasiyeta rasteqîn-cidî û hewldanên rewşenbîrî yên li ser ziman derkevin, xebatên zanistî bên kirin hingê wê bê fêmkirin.

Ev rewşa derxistina rastnivîs û rêzimanan bûye sedema qeyrana qada ziman. Piştî vê rewşê kêm an zêde yekitiyeke di qada ziman de hebû bi qeyran û kaosê re cih guherandiye. Her kes li gorî rastiyên xwe dinivîse û diparêze. Her weşanxane li gorî pîvanên xwe rastnivîsekê esas digire, dispêre têkildarên xwe. Her yek weke mîrektiyekî ye. Her yekê ji xwe re derdorek ava kiriye yên din nahesibîne; dost an dijber in. Danûstandin, çalakî, bertek û hwd li gorî vê hawira teng e. Bi hev digirin, diparêzin, pesin didin an jî dijbertiyê dikin, hev reş dikin. Ji vê rewşa xwe gelek razî ne.

Ji ber ku reel-polîtîk tevdigerin û vê rewşê ji bo xwe weke keys dibînin, îro rewşenbîriya kurdî ya li bakurê Kurdistanê miriye yan jî li ber sekeratê ye. Eger ne wisa bûya dengên cidî yên rewşenbîr û zimanzanên li quncikan melisîne wê qet nebe derketa. Hema çi ber wan bê belavkirin, weke sêwiyên hîndû qebûl nedikirin. Qaşo her kes dibêje, ‘Xala bingehîn a neteweyan ziman e”, “Ziman movika pişte ya neteweyan e”, “Ziman nebe jiyan nabe”, “Ziman çû tiştek namîne” li hember vê qeyrana reel-polîtîk û gosirmet reftarên cidî nişan dana.

Tenê di qada ziman de ne wisa ye, di her warê rewşenbîriyê de wisa ye. Êdî her tişt li gorî çanda popûler dirûv digire. Rewşenbirî jî pareke mezin jê digire. Rewşa aborî, xwexilaskirin, parastina kozika xwe, bêeleqetî, tercihen cuda, rojevên fantastik, entelektuleyeke bêbingeh, erzan, aciziyet û xweberdan, hesasiyeke heye lê tune ye û gelek tiştên bi vî rengî derketine pêş. Xwendin, lêkolînkirin, xwedîhelwestbûn, berteknişandan, rexne, nîqaşên li ser mijaran temirî ne yan jî bê mecal bûne. Ketine nav tevna civakî, li wir dinya xira dikin û ji nû ve ava dikin. Kozikên her derorê li vir jî hene, heman tiştî li vir jî dikin. Eger ev derfet ji desten wan bê girtin weke masiyên av li ser hatibe birîn wê bê mecal bimînin. Ji bo wan dinya ew der e. Ew der jî pirî caran bê ast û bê pîvan e.

Di qada wêjeyê de jî rewş ne cuda ye. Bêqalîtetî, bêcidiyetî û bêberpirsiyartiyê serê xwe hildaye. Roman, çîrok, helbest; kê çi nivîsiye ew e. Ne xwekontrol heye, ne rexne, ne jî xwendineke biqalîte. Ji ber vê pêşdeçûn, nirxandineke biwesf, afirandina berhemên binirx lawaz û jar dimîne. Ji ber ku asta biwesf zêde ne li jor e, yên ku biwesf nêzikî rewşê dibin, ji  bo wan an nirx nayê dayîn an jî weke tenekeyekî ji dûr ve deng derdixe, bê bandor dimînin. Nezanî gelek caran dibe helwesteke dijber li xwediyê rexneyê vedigere. Derdorên teng û kozik di vê qadê de jî hene û heman helwestê jî nişan didin.

Di qada ragihandin û çapemeniyê de jî rewş kêm zêde bi vî rengî ye. Her sazî li ser serkeftina xwe ye. Çapemenî qadeke lebat e. Xwe rojane digihîne bi deh hezaran kesan. Ji ber vê, bi amûra ragihandinê li ser ziman û çandê roleke yekser dilîze. Di qada çapemeniyê de çi dipije yan jî dikele digihîje gel. Çi rast an çewt bê ragihandin ew şopa xwe dihêle. Ango mêjiyê gel ji gelek qadan zêdetir bi ragihandin û çapemeniyê dirûv digire. Divê çapemenî bi hesasiyet û berpirsiyariyê tevbigere. Lê qadeke ku tenê li pey serkeftina qada xwe be jê zêde hesasiyet nayê hêvîkirin. Rast e, li bakurê Kurdistanê çapemeniya kurdî di mitbexa tirkî de gihiştiye. Heta cihekî ev gelek jî normal e, ji ber ku pêşrewa wê nîn e. Lê nêzî 45 salan e ku çapemeniya kurd bi giştî ji mitbexa tirkî derneketiye. Hê jî bi giranî ragihandin ji wergera tirkî ye. Xebatên beşa kurdî yên edîtoryal qels in û bi giranî weregera wergerê ne. Her saziyeke çapemeniyê li gorî qalibên li wê saziyê rûniştine derpêş dibe. Ew jî li gorî insafa kesên xebatkar dimîne. Hewldanên ji bo yekgirtinê yekser ji aliyê kesên di wan saziyan de serwer in tê astengkirin. Her sazî pîvaneke xwe dispêre ziman û nivîsê. Heman nûçe, gotar, nivîs, kovar, rojname bi rastnivîseke cuda diçe berdestên xwîner. Vê yekê xwîner û têkildarî vê yekê ziman betilandiye, bêzar, tevlihev û neçar hiştiye.

Nemaze ji 2015an şûndetir li bakurê Kurdistanê takekesî, takekesperestî, guhnedana hev, lihevnekirin bêyî ferqa îdeolojîk û siyasî, di hemû derdorên siyasî, civakî, çandî, zimanî, ragihandi û çapemeniyê de zêdetir derketiye pêş. Kes û saziyek naxwaze mûyekî jî ji xwe biqetîne. Her kes mîrê qada xwe ye, bila piçûk be ya wî/wê be. Ji wê wêdetir ne xem e.

Li Rojava bi taybetî di qada ziman de, helwesteke qure û pozbilind bi rêzimaneke qaşo nû û standart spartiye pergala xweseriya demokratik. Rêzimana xwe weke îlah spartiye hemû sazî û dezgehên pergalê ji rêziman û rastnivîsên nû yên li Bakur hatine spartin gelek xirabtir û ne rast in.

Li Başûr jî, ji bilî astengiya alfabeyê gelek astengên rewşenbîrî û pergalî rê nadin ku di vî warî de pêşdeçûnek pêk bê.

Ez dîsa vegerim ser pêşniyara birêz Hesen Huseyîn Denîz. Ser seran û serçavan bi min qebûl e. Min di serî de diyar kir ku pêşniyar gelek hêja ye. Bi dil û mêjiyekî safiyane hatiye pêşniyarkirin. Lê mixabin rewşa li Kurdistanê heye jî kêm an zêde ev e.

Ev rewş ne tenê li Kurdistanê bi helwest, niyet an jî rewşeke bi vî rengî ve girêdayî ye. Ev rewş ji nêzik ve bi rewşa qeyrana aborî, siyasî, pergalî ya cîhanê, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ve jî girêdayî ye û ev hêmayên mijara nîqaşê bi vî rengî li Kurdistanê jî deng vedidin, bandor dikin.

Ez hêvî dikim ev qeyrana giştî bi zirar û xisareke herî kêm li ser rewşa civakî, siyasî, ziman û çandî li Kurdistanê bê derbaskirin. Wê demê dibe ku derfeta zelalbûna her tiştî derkeve û ev pirsgirêka jî bi awayekî çêbiwar, mêjiyekî zelal û weke pêşniyara Hesen Huseyîn Denîz kiriye were rojevê û bikeve riya çareseriyê. Mixabin îro roj roja takekes û kozikperestiyê ye.