6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêşengeke êzidî: Meyan Xatûn

Meyan Xatûnê di sê serdemên mîrîtiya Baedreyê de 44 salan bi awayekî çalak mîrîtiyê bi rê ve bir û pêşengiya civaka kurdên êzidî kir. Wê di jiyana xwe ya têkoşer de gelek berdêlên giran jî dan, lê dîsa jî paş ve gav neavêt.

Lawiko!

Kelekela germa vê havînê

Lawikê min nexweş e

Nexweşê li nav nivînê

Eza rebenê

Dikim cîhê lawikî deynim

Li eywana şaneşînê

Cotê reşguliyên xwe

Ji lawikê xwe re

Têxim ba û baweşînê

Heyanî sibê

Li ber serê lawikê xwe rûnim

Ez ê bejim:

“Gelî mêr û zilaman

Hûn ê ji kêleka lawikê min rabin

Ma çima hûn nizanin

Lawikê min nexweş e, bedhal e

Ditirsim ez lawikê xwe nebînim

Ez ê bimirim bi vê kulê

Bi vê kederê, vê birînê…”

De were…

Ax de were

De were

De were

Keser û meraqa min lawiko…

Meyan Xatûn piştî mirina kurê xwe Mîr Sêîd Beg demeke dirêj êş û azara birîna wî di dilê xwe de hewandibû û bi zêmarên qedîm birînên xwe pêçabû, bi wan re aş dibû; ew êş û azarên xedar bi dengê xwe yê xembar kehî dikirin, ew şevên dirêj li bejna xwe dipêçan û şev û rojên tarîgewrk hembêz dikir.

Ew piştî çend salên borî careke din çûbû qesra dayik û bavê xwe û berê berbangê li ser girê li pêşberî qesrê rûniştibû. Dema ku tîrêjên rojê bi şewqa xwe rûyê wê dixemilandin hêsirên çavên wê ku demeke dirêj bû di gewriya wê de kom bûbûn bêhemdî diherikîn ser hinarokên wê. Wê li aliyekî bi kefa destên xwe hêsirên xwe paqij dikir û li aliyekî jî bi zêmara ‘Lawiko’ hedûriya xwe dianî.

Li Baedreyê pêvajoyeke nû

Mirina Mîr Seîd Beg jî wek a bavê wî Mîr Elî Beg bi gûman bû û tu caran nehat zelalkirin. Helbet vê rewşê jî li ser Meyan Xatûnê zêdetir bandor dikir, lê li aliyekî jî derdora wê bi feq û fîtneyan hatibû dorpêçkirin. Diviyabû ku wê li dijî vê dorpêçkirina berfireh a neyaran berjewendiyên civaka xwe û yên mîrîtiyê bi awayekî xurt biparasta. Meyan Xatûnê jî dizanibû ku êdî ji bo wê û mîrîtiya Baedreyê pêvajoyeke nû dest pê dikir.

Meyan Xatûnê piştî mirina Mîr Seîd Beg careke din xwe di nava şerê desthilatdariya ji bo mîritiyê de dît û ji bo parastina mîrîtiyê têkoşiya. Wê nedixwest ku bi nîqaşên nava malbata mezin a ji bo bidestxistina mîrîtiyê paşveçûyinek çêbibe û ji bo vê destpêkê kesên ku li dijî wê tevdigeriyan beralî kir û di sala 1944’an de neviyê xwe Tehsîn Beg anî ser peywira mîrîtiyê.

Mîr Tehsîn Beg kurê Mîr Seîd Beg bû û dema hat ser mîrîtiya Baedreyê hê 11 salî bû. Dayika wê Xoxê keça mîr Naîf Beg bû. Piştî mirina Mîr Seîd Beg wê jî piştgiriya kurê xwe dikir ku mîrateya bavê xwe bidomîne, lê bandora herî mezin a li ser mîrîtiyê bêgûman bi sekn û hêza xwe Meyan Xatûn bû.

Meyan Xatûnê bi mîrîtiya neviyê xwe Tehsîn Beg dê serdema sêyemîn a mîrîtiya Baedreyê jî bi rê ve bibira û ji bo pêşerojê Tehsîn Beg perwerde bikira. Mîr Tehsîn Beg asta êrîşên li ser kurdên êzidî, dek û dolabên siyasî yên li Rojhilata Navîn, şerên desthilatdariyê, têkoşîn û hunera rêvebirinê dê ji kiryar, cerebe û şîretên pîrika xwe Meyan Xatûnê hîn bûbûya û bi demê re bipijiya.

Mîr Tehsîn Beg di serdemeke wisa de mezin dibû ku şer û pevçûnên desthilatdariyê, komkujiyên li ser civaka wan û li ser gelên cîhanê pêk dihatin di asta herî jor de bûn. Meyan Xatûnê di vê merheleyê de her tim ew diparast û ew ji rojên dijwar re amade dikir.

Serhildan, bêbextî û welatperwerî

Di sala 1945’an de serhildana kurdên li başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya dewleta Iraqê dest pê kiribû lê mixabin hinek eşîrên kurdan jî bi hevkariya dagirkeriya Iraqê bêbextî li neteweya xwe dikirin.

Dewleta Iraqê ya dagirker û hinek eşîrên kurd ên misilman ji bo ku kurdên êzidî jî bibin alîgirê wan û piştgiriyê bidin wan bi Meyan Xatûnê re hevdîtin pêk dianîn û carinan jî bi riya navbeynkaran name jê re dişandin. Lewre li gor agahiyên wê demê 600 hezar kurdên êzidî girêdayî mîrîtiya Baedreyê anku Meyan Xatûnê bûn. Dewleta Iraqê, hinek şêx û serkêşên din ên eşîrên kurd û ereban hay ji vê hêza Meyan Xatûnê hebûn û dixwestin wê bikişînin               aliyê xwe.

Meyan Xatûn jineke welatperwer, jîr, têgihiştî û zana bû. Wê nedixwest civaka êzîdiyan a ku rastî gelek komkujiyan hatibû bixe nava şerekî navxweyî ku careke din xwîna wan bê rijandin. Wê bi hewldanên dîplomasiyê nêrinên xwe peşkeş kirin û got:

“Qewmê kurdên êzidî ku bi sedan sal in rastî gelek komkujiyan hatine û ji hêzê hatine xistin, em rast nabînin ku bi misilmanan re bikevin nava şerekî din ê navxweyî û careke din xwîna wan bên rêtin.”

Meyan Xatûnê bi vê sekna xwe ya bibiryar pêşî li komkujiyeke din a li ser êzîdiyan girt û bi riya dîplomasiyê nehişt ku eşîrên êzidî û misilman careke din bên dijberî hev.

Serdema dawî ya mîrîtiyê  

Di serdema mîrîtiya Tehsîn Beg de êdî desthilatdariya sedan salan a Dewleta Osmaniyan bi dawî bûbû lê ji bo êzîdiyan dîroka fermanan a komkujî û mişextiyê hê berdewam bû. Mîr Tehsîn Beg jî wek bapîrê xwe Mîr Elî Beg û bavê xwe Mîr Seîd Beg dê şahidiya gelek fermanên qirkirin, pişaftin, belavkirin û dîlgirtina civaka xwe êzîdiyan bikira. Ew jî wek dapîr û bapîrê xwe dê ji ax û warê xwe bihata mişextkirin û bi hesreta welatê xwe salên dirêj derbas bikira.

Dîrokzan û erdkolog Austen Henry Layard ku li ser herêmê lêkolîn kiriye di berhemeke xwe ya di salên 1839’an de nivisandibû derbarê êrîşên osmaniyan û rewşa êzîdiyan de wiha dibêje:

“Parêzgerên Osmanî Mehmed Reşît Paşa û Hafiz Paşa êzîdiyên ku radestî wan dibûn jî didan kuştin, lewre li gor dînê îslamê girtina bacê ya ji êzîdiyan jî ne helal bû û ji ber vê wateya jiyana wan jî tunebû; divê bihatana tunekirin. Gelek êzidî ji ber vê rewşa kambax di nava şikeftên ku ji bo rizgarbûnê xwe veşartibûn de hatin şewitandin. Tenê du rê li pêşiya wan hebû. Yan dê dev ji baweriya xwe biberdana û bûbûna leşkerên Osmaniyan an jî dê bihatana qetilkirin. Di van komkujiyan de gelek jinên êzidî hatibûn revandin û li ‘harem’an de hatibûn bicihkirin. Herwiha zarokên wan jî li bajarên cuda dihatin firotin…”

Fermana 73’yan û şerê rizgariyê

Dîrok û çarenûsa êzîdiyan a bêyom piştî 200 salan jî neguherîbû û ew bîra ku Osmaniyan bi fermanên komkujiyê ava kiribû bi riya neviyên Osmaniyan, dewleta Iraqê û herî dawiyê jî bi êrîşên DAIŞ’ê nû dibû. Mîrê êzîdiyan ê dawî Tehsîn Beg jî di vê çerxa bêsiûd a êzîdiyan de dê pêvajoyên gelek giran li pey xwe bihişta û herî dawiyê dê şahidiya fermana 73’yan a ku ji aliyê kujerên hov ên DAIŞ’ê ve pêk hatibû bikira.

Di meha tebaxa 2014’an de li Şingalê êzîdiyên kurd dê careke din bi komkujiyê re rû bi rû bimana û li pêşberî cîhanê û hemû mirovahiyê rastî fermana komkujiyê bihatana. Piştî vê fermana qirkirinê dê careke din gelek jin û zarokên êzidî bihatana kuştin, revandin û li bajarên cuda bihatana firotin. Gelek malbatên êzidî jî dê mişextî welatên din bûbûna.

Kurdên êzidî di hemû serdemên ferman û komkujiyan de ji ber ku ne xwedî wê rêxistinbûyîn û hêza xweparastinê bûn nikaribûn xwe ji qirkirinê jî biparêzin û her tim ew çarenûsa reş û tarî dubare dibû. Lê vê carê ji bo  êzîdiyan ferq û cudahiyeke vê serdema dîrokî hebû. Lewre piştî salên dirêj ên zor û zehmet gelê kurd û civaka êzîdiyan bi pêşengiya rêber Evdilah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê li her çar aliyên Kurdistanê û cîhanê xwe ji her milî ve bi rêxistin dikirin û têkoşîna rizgariyê bi pêş ve dibirin. Li Şingalê jî êdî ew çerxa bêsiûd diguherî û çerxa berxwedan û rizgariyê derdiket pêş. Mîr Tehsîn Beg û civaka êzîdiyan jî vê carê ji carên din cudatir dê şahidiya têkoşîneke dîrokî ya parastina êzîdiyan bikira.

Li Şingalê piştî êrîşên DAIŞ’ê 12 gerîlayên pêşeng ên hêzên Tevgera Azadiya Kurdistanê, ji bo parastin û rizgariya kurdên êzidî xwe di nava demeke kurt de ji gelek milan ve bi rêxistin kirin û li dijî hovîtiya DAIŞ’ê û hemû hêzên êrîşkar û li dijî bêbextiya hinek kurdên hevkar ên dagirkerên Kurdistanê cengeke lehengî ya dîrokî meşandin. Bi fermandariya fermandarên êzidî yên nemir ên wek Zekî Şengalî, Egîd Civiyan û Rojda Mahîr ala Êzdîxana azad a ku daxwaz û xeyala Meyan Xatûnê jî bû li çiyayê Şingalê bilind kirin, Êzdîxan parastin û gelek sazî û dezgehên ku bîr, bawerî, dîrok û çanda kurdên êzidî bivejînin, biparêzin û bi pêş ve bibin ava kirin; di pêşengiya rêber Evdilah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê de mîrateya pêşengên êzidî bi têkoşîneke bêhempa bi serketinê tacîdar kirin û xeyalên wan li her derê Êzdîxana azad belav kirin; giyanê Meyan Xatûnê, giyanê Dewrêş û Edûlê, giyanê bi sed hezaran êzîdiyên nemir şad kirin.

Jiyaneke têkoşer a têr û tijî

Meyan Xatûnê di sê serdemên mîrîtiya Baedreyê de tevahî 44 salan bi awayekî çalak kar û barên mîrîtiyê bi rê ve bir û pêşengiya civaka kurdên êzidî kir. Ew piştî jiyaneke ewqas têr û tijî ya di nava têkoşînê de derbas bûbû di sala 1957’an de li Baedreyê çû ser dilovaniya xwe.

Ew heta dawiya temenê xwe ji bo ku rizgarî û yekîtiya êzîdiyan ava bike û wan ji xetereyên komkujiyê biparêze têkoşiya û xebitî; di jiyana xwe ya têkoşer de gelek berdêlên giran jî dan, lê dîsa jî paş ve gav neavêt. Wê di nava civaka êzîdiyan de -ku ji aliyê hişmendiya jinê ve paşverûtiyeke pir kûr jî hebû- 44 salan rêbertî kir û bi hêz, pêşbînî, zanebûn û sekna xwe ya polîtîk pêşengiyeke serketî kir.

Meyan Xatûn jineke welatperwer, bîrewer û bibiryar bû; bi hestên kûr dilsoza gelê xwe û axa xwe bû. Bi jiyan û têkoşîna xwe hêz û pêşengiya nirxbiha ya jina kurd, bi taybetî jî ya jina êzidî danî pêşiya me. Ew wek jineke kurd û êzidî nirxên xwe, nasnameya xwe ya neteweyî, çand û hebûna gel û axa xwe bi awayekî dewlemend parast û li gel nav û dengê xwe mîrateyeke giranbiha ya dîrokî jî hişt li dû xwe.                          Giyanê wê şad be…

1- Dîroka Êzidiyan – John S. GUEST

2- Li Kurdistanê Hêzeke Nû: Jinên Kurd – Rohat ALAKOM

3- Devletsiz Ulusun Kadınları – Shahrzad MOJAB

4- Kovara ‘Kürt Tarihi’ Hejmar: 15

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê