7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gavên Newrozî

Burhan Çelîk

Gav bi gav tê hûnandin rê. Gav bi gav tê xêzkirin rê. Rê; bi newayên kilamên dengbêjiya kelamên çûkan. Kelam wek kilaman û kilam weke kelama evîna meşvanan.

Her gavek tîpeke ji bihara bê, her tîpek kîteyeke ji serencama ziryanên berfa bê û her kîte hevokeke ji siya ewrên ku tav lê dide tê. Her hevok tîrek ji tîrêjên rojê. Ji rengên av û axê.

Û kevanek; şewq, şewq û şewq, eyyyy hezkiriyên Rojê, ji avê heta berfê şewq…

Gavek

Gavek

Gaveke din

Û careke din gavek

Gaveke din… Gavek!

Ronî. Ronahî

Û Roj her li pey ronîyê diçin gav

Her li pey hev û li dû roniyê

Li dû Rojê

Her yek bi rêzikên cuda, her yek bi xêzikên cuda xwe pênase dikin lê bi giştî çîrokekê derdixin gav. Carinan karîkatûreke ne komîk; carinan di trajediya komedya îlahî de gavên xeternak, çi dojeh çi bihuşt; carinan ji devê Arjen helbesteke epîk di tehma “Şêrgele” de, “şêrgele hene şêrgeleeee”; carinan jî ji risteyên Baba Tahîrê Ûryan di rengê bêrîkirinan de weke

“Bijîn ew ên ku her şev te dibînin

Guh didin te û bi te re rûdinin

Eger ez nikaribim te bibînim

Ez ê yên ku te dibînin, bibînim” û carinan jî ji romana nîvçomayî beşek. Beşeke ji antolojiya hezkirina welêt. Beşeke ji pênaseya “Jiyan. Lê çawa?”.

Û beşek bi êş û azaran, bi çûn û çuyînan, bi hawar û bangwaziyan, bi şîn û şahiyan. Bi şînahiyan. Bi serfiraziyan!

Di her demsala ku ji dema xwe re xerîb de; bi navên çiya, deşt û newalan; bi navên dar, kulîlk û nebatan; û bi navên evîndaran, rêwiyan li ser lênûska tavaheyvê û li bin tîrêjên rojê.

Diçe, dikêşe ji rêzikên dirêjiya salan rojnivîska destana porteqalî… Reng dide, bêhn dide der û distîne ji her kesî parçeyek, li her derî cihek û di her dilî de nîşaneyek. Gav bi gav, bi gavên weke remza serkeftinê.

Piştî çûyînan û beriya hatinan, di veqetan û pêrgî hev hatinan de hembêzeke germ weke paxila dayikan ber bi rojê ve; ser bi rojê ve; dil bi rojê ve. Di navenda çavên xezalan de, di qefesa sînga perperîkan de hil tê, gul tê, vîn tê, havîn tê û payîz diçe; tehma azadiyê dimîne di lêvên gotinan de. Li hemberî gavên asê mayî di çiqilê dara sincê de wek govenda spîndaran diheje, berz û bilind dibe. Gav bi gav rizgarî ye, rizgarî!

Kîjan lûtke naxwaze bibîne şopên gavên ku bi dilê xwe dimeşe, heyirî dimîne dem. Kîjan çav naxwaze bibîne rastiya ji xew hatî şiyarkirin, bê mecal disekine zeman. Kîjan can ji cananê diêşe; stirî jî ji rê ne; rê, bi gavên pêxas rê ye; rê ,bi stiriyan rê ye û meş, rê ye; gav, rê ye; rê, neqşek e li ser baskên xalxalokan; rê, nexşek e li ser baskên perperîkan… Dimeşe rê, bi rêzik û rêgezan. Û dipîve rista risteya pîvanên sinca xwezayî. Û bi lêv dike wijdana çanda evîndariya berbangê. Bi çend bihostên navlênekirî, bi çend niqutên nerijiyayî û bi çend xeberên rêpanên kûr û dûr tê ziman?

Dîsa, dîsa û dîsa. Şewq li ser avê; aveke rengîn. Av li dora rojê; dîrok bixwe! Gav, li şopên hezkirî! Ta ku bigihêjin hev kenên keskesor, ta ku bigihêjin laçikên spî mizgîniya sêrengîn û ta ku di tilîliyan de biherike weke;

“Newroz tê Newroz tê li sûka

Mehabad…

Newroz tê Newroz tê li sûka

Mehabad…

Newroz tê Newroz tê li sûka

Mehabad…”