3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Helîmê ka hinê bînê

Şêx Îsmaîl bi çar kur, du keç û hevjîna xwe Helîmê li gundekî girêdayî Çinara Amedê, rencberî dikirin. Bi eslê xwe jî ji gundê Pîrxetabê yê Şemrexa Mêrdînê bûn.

Şêx Îsmaîl şêxitî nedikir û nivişt ji kesî re çênedikirin. Zêde nediaxifî, şêx Îsmaîl. Lê dema ku biaxifiya ji sohbet û galgalê vala nedikir. Zarokên wî yên xort gavanî û golikvanî dikirin. Herdu keçên wî jî êvar bi êvar nanê gavan û golikvan didan hev.

Wan dema bi genim diçûn ber dewara, yanî ji berdêla pereyan genim didin gavan û golik van. Ji salwextê hetanî salwextê, serê  dewarê du elb genim didan gavan û elbek jî didan golikvan. Zarokên şêx Îsmaîl, di nava gund de wekî mirovên baş bi rêz û hurmet dihatin nasîn. Zarokê wî bêyî gotina wî tu tiştek nedikirin.

Dema havîn bihata, herdu keçên wî bênder bi bênder digeriyan, genim û heqê  wan ê gavan û golikvan bû, bi cema dikşandin û li hewşê vala dikirin û kom dikirin. Keda salwextê dikir pere û bera bêrîka xwe dida û berê xwe dida Amedê.

Diçû sûka acalfiroşa, hespek boz a kehêl dikirî û zînek Diyarbakirî davête ser piştê, paşê diçû sûka şewitî, kîloyek hine dikirî û berê xwe dida gund. Her wekî malê dinê tev yê wî be, ewqas kêfxweş dibû. Dema dihat nava gund û li hewşa mala xwe dadiket û bang li hevjîna xwe dikir.

– Haaaa Helîmê !!! Helîmêêêêê!!!

Ka derkeve hurmet, ma tu nabîne ez hatim? Wê demê Helîmê bazdida derve û şêx Îsmaîl xwe ji ser pişta hespê davête erdê û weke ku mirov bi evîndara xwe şa bibe, bi hespê şa dibû. Dema ku zarok û dayika xwe dinêrîn ku bavê wan keda wan a salekê biriye bi vê hesma kehêl daye, gelek xemgin dibûn. Lê ji ber kêfxweşiya bavê xwe, xemgîniya xwe rê nedidan.

Helîmê digot.

-Ya mere, ma tu ji Xwedê natirsî tu keda van zarokan dibî bi hespê didî ? Weleh guneh e, tê vî webalî didî! Dema ku Helîmê wer digot, şêx Îsmaîl radihişt şivika xwe û bi Helîmê diket, zarokên wan diketin navbera wan û wiha digotin;

– Yadê ka bela xwe jê veke. Bila keda me ji bo hespa kehêl be! Ne ji bo tiştên kirêt be.

Şêx Îsmaîl kêfxweş dibû bi gotinê zarokê xwe û dîsa bang li hevjîna xwe dikir.

– Waaaa Helîmê keçê ka hinê bîne!

Helîmê di leganek biçûk de hine nerm dikir û dihat li ber şêx Îsmaîl û hespa kehêl radiwestiya û diber xwe de dikeniya û digot;

– Kuro ma te çima çend mûm jî nanîn? Min ê li dora hespê bigeranda û çend stranên hinê bigota wey.

Helîmê van gotina ji qehran digot. Şêx Îsmaîl lepê xwe di hinê de dikir û di porê hespê û di serê dêla wê dida. Helîmê di ber xwe de digot.

– Wer hine, wer hine delalê.

Hineka Diyarbakir delalê.

Min pîva bi elba şekir delalê.

Hineka pîroze delalê,

Min sitra hê jî toz e delalê.

Li porê hespa boze delalê.

Dema Helîmê digot û şêx Îsmaîl jî lê vedigerand.

Dema dengê wan diçin zarokan. Weke şahiyê diket mala wan û tevde bi hev re distirîn.

Bila Xwedê kêfxweşiyê têxe hemû malên kurdan.