4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TCŞ’ê bi şiara ‘Xwe bi rêxistin bike, Rêber Apo azad bike’ kongreya xwe pêk anî

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li paytexta Fransa Parîsê li hev kom bûn û bi dirûşma "Xwe bi rêxistin bike, Rêber Apo azad bike" kongreya xwe ya 3'yemîn lidar xistin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ku rêxistiniya sîwanî ya ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê ye, bi beşdariya 1000 kesên ji Elmanya, Fransa, Swîsre, Hollanda û gelek welatên Ewropayê, li paytexta Fransa Parîsê kongreya xwe ya 3’yemîn lidar xist. Ciwanan di şexsê Şehîd Dîdar Harûn, Şehîd Berxwedan Çiyager, Şehîd Baran Mawa û Şehîd Tavîn Têkoşînê de ji bo şehîdên şoreşê hemûyan deqeyek rêz girtin û dest bi kongreya xwe kirin.

Di kongreya 3’yemîn de ku bi dirûşma “Xwe bi rêxistin bike, Rêber Apo azad bike” hate lidarxistin di serî de ciwanên şoreşger û malbatên şehîdan ji Ewropayê Kurdistanî, ciwanên demokrat, şoreşger, welatparêz, çepgirt û sosyalîst jî amade bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê rojnamevan Sefkan Kobanê axivî û gotina “Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist.

Kobanê anî ziman ku ciwan bi saya têkoşîna azadiyê ya Abdullah Ocalan bûne xwedî nasname û jiyaneke azad û destnîşan kir ku ciwanên dûrî rêxistinê wê bikevin bin bandora rêbazên şerê taybet ên dijmin û roj bi roj ji rastiya xwe dûr bikevin. Kobanê bi bîr xist ku tenê çend roj ji bo sala 2024’an mane û ragihand ku li dora paradîgmaya Abdullah Ocalan divê jiyana azad bi hemû aliyan bê birêxistinkirin û ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têkoşîn bê mezinkirin.

Ciwanên endamên TCŞ’ê jî diyar kirin ku hemû çalakiyên heta niha di bin sîwana vê rêxistiniya ciwanan de hatine kirin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn û destnîşan kirin ku ew bi biryardariya li ser azadiya Abdullah Ocalan û rizgariya Kurdistanê kongreya xwe ya 3’yemîn lidar dixin.

Ciwanan her wiha anîn ziman ku sîstema kapîtalîst ketiye nava pêvajoya fetisînê û li hemberî ciwanên li tevahiya cîhanê bi rêbazên şer ên bêexlaq êrîşan dike.

Ciwanan diyar kirin ku şoreşa li Rojava ya bi îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat ji tevahiya cîhanê re bûye mînak û di vê pêvajoya xitimîn û kaosê de ji bo şoreş li tevahiya cîhanê bi ser bikeve, pêwîstî bi dînamîzm û pêşengiya ciwanan heye.

Ciwanan ragihandin ku li pêşiya îradeya Kurd ên azad dijminê herî mezin hevkariya faşîst a AKP-MHP’ê ye û destnîşan kirin ku li dijî sûcên bêexlaq ên hevkariya faşîst, wê Abdullah Ocalan azad bikin û têkoşînê bi ser bixînin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê