11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîm neçarî naskirina îradeya kurdan e

Amed Dicle

Ji bo Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qonaxeke nû dest pê kir, dest pê dike. Li aliyekî rewşa giştî ya li Sûriyeyê, li aliyê din gefên dewleta tirk û her wiha amadekariyên DAIŞ’ê didin xuyakirin wê di rojên pêşde rewş ber bi ku ve here.

Tirkiye, ev 12 sal in bi hemû komên hov û çekdar êrişî Rojava dike. Di sala 2014’an de hewl dan Kobanê dagir bikin lê nebû, paşê Efrîn, Grê Spî û Serêkaniyê hatin dagirkirin. Lê armanca dewleta tirk ew e ku xwe bispêre van herêmên dagirkirî û hemû Rojava dagir bike. Bi destên komên çekdar nekarî vê yekê bike. Niha dixwaze bi rejîma Esad re li hev bike û bigihîje vê armanca xwe.

Hewldanên demên dawî yên Erdogan ku dixwaze Esad hembêz bike tenê ji bo dijberiya li hemberî kurdan e. Wekî din tu sedemeke wê nîn e. Rûsya, ji bo Erdogan li dijî NATO’yê bi kar bîne, dixwaze  desthilatdariya xwe dewam bike. Ji ber vê yekê Rûsya alîkariyê dide siyaseta tirkan a li Sûriyeyê. Lê belê rêvebiriya Şamê giran nêzik dibe û ji Erdogan bawer nake. Her wiha Îran ji vê yekê aciz bû lê ew jî kirin nava vê pêvajoyê. Dîsa jî Îran naxwaze Tirkiye li Sûriyeyê bi hêz bibe.

Amerîka Tirkiyeyê bloke dike

Erdogan dixwaze heta hilbijartinan di vê mijarê de destkeftiyan bi dest bixe. Lê wer xuya ye ev yek ji bo Enqereyê zehmet e. Li aliyê din Amerîka jî vê hewldana Tirkiyeyê bi awayekî aşkera bloke dike. Ev jî ji bo rêveberiya Erdogan astengiyeke girîng e.

Baş e, Tirkiye bi vê planê çi armanc dike?

Rejîma tirk, dît ku bi komên girêdayî xwe û leşkerên xwe nikare hemû Rojava dagir bike. Lê naxwazin kurd jî li wir bibin xwedî statû û Rêveberiya Xweser jî bi hêz bibe. Her wiha rejîma Şamê jî ji statûya li Rojava aciz e. Rêveberiya Tirkiyeyê dixwaze ji vê yekê sûd werbigire, deverên ku dagir kiriye lê bimîne û deverên din jî bi destê rêveberiya Esad belav bike. Ew jî dizanin ku Esad bi tena serê xwe vê yekê nikare bike. Ji ber ku yek armanca Enqereyê heye; belavkirina Rêveberiya Xweser. Çi bi destê xwe çi bi destê Esad ji bo wan ne girîng e. Her wiha bi vê yekê dixwazin berê kurdan û rêveberiya Sûriyeyê jî bidin hev, bi vê yekê her du aliyan qels bikin û siyaseta xwe li ser wan ferz bikin.

Rêvebiriya Xweser ev plana Tirkiyeyê ferq kir, vîzyon û fikrên xwe bi rêveberiya Şamê re jî parve kir. Lê ji ber ku li Şamê rêveberiyeke qels heye heta niha bersiveke erênî ji bo pêşeroja Sûriyeyê nehatiye dayîn. Wisa xuya dike ku ev pêvajo wê dewam bike.

Hesabên hûr û kûr dikin

Lê senaryoyên li ser maseya Erdogan ne tenê ev in. Rejîma tirk ji gelek aliyan ve planên xwe dimeşîne. Dixwazin beriya hilbijartinê erîşekê pêk bînin. Hedefa vê erîşê jî Kobanê ye. Li gorî daxuyaniyên ji Rojava tên dayîn dixwazin bi 15’ê sibatê re vê êrîşê bidin destpêkirin. Amerîka li hemberî vê yekê peyam da Tirkiyeyê. Lê Rûsya dixwaze Erdogan tiştekî wiha bike. Bi vî awayî hem têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê aloz bibin hem jî Erdogan di hilbijartinê de bi ser keve. Armanca rûsan ev e. Tê gotin ku Erdogan bi riya rûsan peyam daye Esad û gotiye em ê êrîş bikin û paşê wir radestî rejîma Şamê bikin.

Lê ji ber ku artêşa tirk li Zapê şikiya (her çiqas li wir şer dewam dike lê neghiştin armancên xwe) û peyamên ji Rojava têne dayîn dibe sedem ku tirk hesabên xwe hûr û kûr bikin. Bi armanca ku di hilbijartinan de bi ser kevin dixwazin êrîş bikin lê eger şikandinek çêbe rewş wê berevajî bibe. Ji ber ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi awayekî aşkera dibêjin amadekariyên me hene û wê weke Efrîn û Serêkaniyê nebe. Wer xuya ye li Enqereyê kesên ji leşkeriyê fam dikin dizanin ev peyama çî ye!

Dorpêçkirina Kobanê

Li gorî hin agahiyan Tirkiye niha li ser planeke din dixebite. Ew jî ev e; destpêkê bêyî êrîşî nava bajarê Kobanê bikin, dixwazin li qeraxa çemê Feratê ber bi jêr ve herin, pira Qereqozaxê bigirin û gora kalikê xwe Şah Silêman bibin cihê berê. Bi vî awayî Kobanê dorpêç bikin û mijarê bikin propagandaya hilbêjartinê.

Lê divê neyê jibîrkirin ku hesabên Tirkiyeyê ne tenê ji bo hilbijartinê ne. Planên demdirêj hene. Ew dixwazin di sedsala nû jî kurd bê maf û statû bimînin. Planên li ser Rojava tenê parçeyekî van hesaban e. Rêveberiya Erdogan ji bo hesabên xwe yên demkî ji bo hin tiştan ecele dike û di nava dewletê te ev jî dibe sedema nîqaşan. Ji ber ku di ecelekirina hin gavan de dikarin hemû tiştan winda bikin.

Êrîşên li hemberî Başûr jî parçeyekî vê konseptê ne. Li wir jî ji bo tirkan serkeftinek nîn e. Eger li Rojava jî weke Başûr bi ser nekevin wê demê rejîm di nava xwe de li hev dikeve û îhtîmale pêvajoyeke weke 15’ê trmeha 2016’an çêbe û hev du bixwin.

 Têkçûna rejîmê

Bi kurt û kurmancî hemû hesabên dewleta tirk li ser kurdan têne kirin. Hilbijartin jî wê li ser van hesaban werin kirin. Bala xwe bidinê partiyên ku xwe weke alternatîfên Erdogan nîşan didin jî peyama dewamkirina şer didin. Ew dibêjin em ê ji Erdogan baştir şer bikin. Peyamê didin dewletê. Li Tirkiyê ti kes an partî, heta ku li dijî kurdan siyaseta dewletê ya înkar û îmhayê qebul neke nikare were ser kar. Tenê car caran rê û rêbaz têne guhertin û li gorî demên rêvebirî têne nûkirin. Di 2023’yan de ev yek hêj dijwartir e. Ji ber vê yekê êrişên li hemberî Rojava û Başûr, bi giştî êrişên li hemberî kurdan, konsepta bêstatûhiştina kurdan beriya hilbijartinan jî piştî hilbijartinan jî wê dewam bike. Lê belê nikare dirêj bike û ev aloziya heyî di nava 2-3 salan de wê bi awayekî zelal bibe.  Wer xuya ye rejîm li hemberî kurdan wê têk here û neçar îradeya kurdan nas bike. Lê divê em zanibin ku berdêl gelek giran e û wê girantir bibe.