28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nijadperestiya li dijî kurdan

Ne nijadperestiya li dijî afrikiyan û mirovên reş ne jî ya li hember gelên din ên bindest tu carî nikare wekî nijadperestiyeke şexsekî bê dîtin. Li ser vê esasê em nikarin tu êrîşên ji hêla nijadperestên rastgir ve hatine pêkanîn wekî êrîşên kesekî pênase bikin.

Ev demek e mijara nijadperestiya li dijî kurdan taybeti li dîasporayê ketiye rojeva kurdan. Ev têgeh di sala 2020’yan de piştî êrîşa nijadperest a li Hanauyê ku 9 mirovên koçber jiyana xwe ji dest dan, ji hêla hîn aktîvîst, rojnamevan û akademîsyenên kurd ve hat bilêvkirin. Herî dawî êrîşa li Parîsê di 23 kanûna 2022’yan de, ku di encamê de endama Tevgera Jinên Azad Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdurahman Kizil hatin kuştin, nîqaşên di vê der barê de kûrtir kirin.

Dozgera dewleta Fransayê piştî bûyerê, hîn laşên her sê cangoriyan li erdê bûn, got “ev bûyereke nijadperest e.” Ji wê rojê şûndetir hemî rayedarên dewletê xwestin bûyerê wek êrîşeke nijadperest a kesekî rastgir û serîxwarî, bêtêkilî û bêgirêdan pênase bikin û serî bigirin. Li aliyê din kurd û saziyan kurdan bertekeke mezin li hemberî van daxuyanî da û ji deqeya yekemîn ve ev komkujî wekî êrîşeke terorî, ku bi îhtîmaleke mezin ji hêla dewleta tirk ve hatiye plansazîkirin, binavkirin. Mebesta gotina “êrîşa terorî” bi taybetî ji bo rola dewletên tirk û Fransayê di vê qetlîamê de teşhîrkirin û her wiha karakterê wê ya plansazîkirî  aşkerekirin bû.

Bê guman qetlîamê wekî êrişeke şexsekî dîtin, ji bo hemû mirovên ku hem dewleta tirk hem dewleta Fransayê nas dikin, dek û dolabên wan ên bi hev re kêm zêde ji dîrokê  ve dişopînin, îdîayeke pûç û vala ye, tu bingeheke wê ya ku bawerî bide, nîn e.

Lê li gorî min di argumanên me yên li dijî argumanên dewleta Fransayê de jî hîn pirsgirêk hebûn. Ev jî bi taybetî girêdayî nêzikatiya mijara nijadperestiyê û analîzkirin û pênasekirina wê de bû. Çima aliyê kurd ev êrîş wek êrîşeke nijadperest nedît? Ev qetlîam encama nijadperestiya li dijî kurdan pêk hat û di dawiyê de sê can ji me girtin.

Di hin nîqaşan de hat gotin ku “ger ev êrîşeke nijadperest bûya, ew ê ew mirov êrîşî kesên afrîkî, reş, ereb bikira. Ji ber ku fransî ji van mirovan hez nakin, lê ji kurdan hez dikin.” Ev gotin bixwe gelek xetereyan û şaşitiyê di nav xwe de dihewîne. Yekemîn argumenta nijadperestiyê, ku tê de mirovên derveyî rojavayî, bi taybetî di çarçoveya Fransayê de kesên ji welatên ku kolonîze kirine, “derî mirov, yên din, bindest” dibînin, bi awayekî meşrû dike û ji nû ve ava dike. Em hinek empatî bikin, nijadperestêek li Tirkiyeyê yekî laz ji ber lazbûna wî bikuje  û kesên laz bêjin, ev ne êrîşeke nijadperest e, ger wisa bûya, ew ê biçûya kurd bikuştana, ji ber ku tirk ji kurdan hez nakin lê pirsgirêka wan bi me re tune ye.” gelo me yê çi hest bikira. Her wiha ger em bifikirin, hemû êrîşên terorî di bingeha xwe de hişmendiyeke nijadperest diparêzin.

Ya duyemîn ne nijadperestiya li dijî afrikiyan û mirovên reş ne jî ya li hember gelên din ên bindest tu carî nikare wekî nijadperestiyeke şexsekî bê dîtin. Li ser vê esasê em nikarin tu êrîşên ji hêla nijadperestên rastgir ve hatine pêkanîn wekî êrîşên kesekî pênase bikin. Ji ber ku nijadperestî xwe li ser esasa “cudabûnê” sazî dike. Û ev “cudabûn” ji hêla netewdewletên ewropî ve li hemberî gelên xwecihî bi awayekî sîstematîk û bingehîn (structurally) hatiye avakirin, perwerdekirin û pêşxistin. Ev nijadperestên rastgir bîrdoziya xwe ji hewayê negirtine bê guman. Her çiqas dewletên ewropî qaşo bi xwerexnegirî li dîroka xwe ya kolonyalîst û nijadperest binêrin jî, hîn jî di hemî rehên saziyên dewletan de ev şop tê dîtin. Em hemû têkiliyan li derekî bihêlin, qey tesaduf e, ev hemû kujerên li Ewropayê qetlîam pêk anîne di saziyên fermî de pisporiya çekan bi dest dixin. Malên wan tijî çekên îlegal in. Ev çawa bidest xistine?

Ger em vegerin ser nijadperestiya li dijî kurdan, divê bê zanîn ku nijadperestî di nav gelên bindest te jî bin-kategoriyan ava dike. Yên herî reş, yên qehweyî, yên melez, … bi vî awayî dixwaze di nava bindestan de ji xwe re “hevkar” biafirîne. Di lîteratûrê de ji vê yekê re “colorism” te gotin. Gelo em dixwazin bibin, “qemerên vekirî” û bêjin, “ew ji mirovên herî reş û qehweyî hez nakin lê pirsgirêka wan bi me re nîn e.”

Mijareke din jî di vê çarçovê de aliyên nijadperestiya li dijî kurdan e. Lêkolîneke nû ya li ser vê mijarê (Ghaderi 2022) diyar dike ku ev mijar bi çar awayan xwe dide der: kesayetî, sazî, dîrokî û polîtîk. Ev her çar dîmensiyon girêdayî hev du ne, bandorê li ser hev dikin. Nijadperestiya li dijî kurdan (ev ji bo cihuyan, romanan, êzidiyan, elewiyan, û hwd. jî bi vî awayî ye) di asta kesayetî de ji ber nasnameya kurdî û têgihiştinên girêdayî vê derdikevin. Lê ev tu carî tenê di asta kesayetê de nîn e. Xwedî karakterekî polîtîk û dîrokî ye ku di saziyan de ji nû ve tê avakirin. Pergaleke ku vî zimanî, vê helwestê, hişmendiyê, dîrokê, polîtîkayê ava dike, heye. Girêdayî Ewropayê têkiliyên dewleta Tirkiyeyê, di serî de bi Almanya û Fransayê re, berjewendiyên wan ên dîrokî û polîtîkayên li ser vê esasê vê mijarê dikin stratejiyeke navdewletî.