11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Roja naletê 15‘ê Sibatê

Di nivîsa xwe ya borî de min bi berfirehî bahsa plan û pêşveçûna Komploya Navnetewî ya 15‘ê Sibatê kiribû. Careke din dubare dikim ku ji bo têgihiştina armancên paş vê komployê, divê teqez em dîroka wê û pêşveçûna wê baş bizanibin. Şîrovekirineke rast tenê dikare li ser vî esasî pêk were.

Bi derketina birêz Abdûlah Ocalan ji Sûriyeyê re rûpelekî nû li dîroka kurdan vebû. Bi taybet jî dema ku hat Îtalyayê rewşeke gelek cuda çêbû. Ji ber ku xwedîderketineke gelek mezin hebû ji aliyê gelê kurd ve. Vê jî hişt ku gelê Ewropayê bi giştî hem Nûnerê Gelê Kurd hem jî doza wî nas bike. Heya wê demê li qada navneteweyî dibe ku di nava gelan de zêde nedihat naskirin lê bi hatina wî ya Îtalyayê ev rewş guherî. Ewropayê cara yekem pirsgrêka kurd ew qas ji nêz ve dît û nas kir. Çapemenî û raya giştî bi awayekî erênî li mijara “Nûnertiyê” ango “Temsîla Îrada Gelekî” dinerî. Vê jî zext li ser dewletên Ewropayê dikir.

Lê Ewropayê nikarîbû pirsgrêka gelê kurd û Rêberê wî rake û bi vî awayî rojek reş li dîroka xwe û li dîroka gelê kurd zêde kir.

Zagon li Îmraliyê derbas nabin

Em vegerin dîsa roja îro – ev nêzî 2 salan in ku agahî ji birêz Abdûlah Ocalan nayên girtin. Tecrîdeke ku mînakeke wê qet li cîhanê nîn e li ser wî tê meşandin. Li grava Îmraliyê tu zagon, dad, qanûn û hiqûq derbas nabin. Weke ku ev cihekî ne li cîhanê be, weke cihekî li fezayê be, zagonên taybet li wir hene. Gelek car em ji nûçeyên kiryarên xirab ên li Guantanamo dibihîzin û hin ji me matmayî jî dimînin lê kiryarên li grava Îmralî û tecrîda li ser birêz Abdûlah Ocalan bi dehan caran ji Guantanamo girantir û xirabtir e. Li cîhanê cihê herî zahmet û xirab ew der e ku qet tu zagon lê derbas nabin. Ev der jî Grava Îmraliyê ye.

Lê bê guman sedemek heye ji bo vê tecrîda giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdûlah Ocalan. Ji ber ku îradeyek xurt li wir heye ku nikarin bişikînin, berxwedaneke bê hempa heye ku dewlet pê nikare. Ji bo wê ew qas tecrîd jidandine. Ez di wê baweriyê de me ku heger birêz Ocalan tawîz bida li hemberî van zextan an jî piştgirî bida siyaseta desthilatdariyê wê demê ew ê belkî niha azad jî bûba.

Bandora diyarker

Sedemê vê tecrîda giran jî ev e. Bi vê tecrîdê dixwazin bi awayekî tolê ji birêz Abdûlah Ocalan bigirin. Hem dixwazin tolê ji birêz Ocalan bigirin hem jî ji gelê kurd bigirin, ji ber ku gelê kurd hîna jî wî weke Rêberê xwe dibîne, wek vîna xwe dinase û li pey wî diçe.

Bê guman ev tenê ji bo diyarkirina rola birêz Abdûlah Ocalan kêm e. Xala din a girîng jî ew e ku hîna jî bandora wî ya gelek mezin li ser Tevgera Azadiyê heye. Hem bi sekna xwe û him jî bi daxuyaniyên xwe Berpirsên Tevgera Azadiyê her dem vê rastiyê radixin ber çavan. Ne tenê li Bakûr, li Rojava, Başûr û Rojhilat jî bandora birêz Abdûlah Ocalan gelek diyarker e. Her wiha em dibînin ku fikrên birêz Ocalan li Rojhilata Navîn jî eleqeyek gelek mezin dîtine û dibînin.

Sedemê vê rastiyê jî ew e ku birêz Abdûlah Ocalan mîna mifteya gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn ji bo ku bigihîjin aştiyê û jiyaneke azad e. Ew weke şexs dikare ji bo gelên Rojhilata Navîn bi fikir û ramanên xwe projeya çareseriyekedemokratîk azadiyê bîne. Ji bo wê ji wî ew qas ditirsin, ji bo wê ew qas tecrîd giran kirine. Ji bo ku ew kesekî berxwedêr e û îradeya xwe ji dest bernade.

Çalakiya Strasbourgê

Di heman demê de gelê kurd jî weke Rêberê xwe berxwedêr û serhildêr e. Her sal di salvegera vê komployê de li her çar perçeyên Kurdistanê û li cîhanê bi çalakiyan nerazîbûna xwe xuya dikin.

Mînakeke ji berxwedêr û serhildêriya gelê kurd jî çalakiya nobeta azadiyê ya ji bo birêz Ocalan a li Fransa bajarê Strasbourgê ye. Li bajarê Strasbourgê gelek saziyên girîng ên girêdayî Yekitiya Ewropa (YE) hene –weke Konseya Ewropa, Dadgeha Mafên Mirova a Ewropa, Parlementoya Ewropayê û her wiha gelek saziyên din. Kurdên Ewropayê ev zêdetirî 11 salan ne her roj li Strasbourgê çalakiyan li dar dixin. Em dema li dîroka mirovahiyê binêrin, dikarin bi hêsanî bibêjin, “Qet çalakiyeke ew qas dirêj ji bo yek şexsî li cîhanê pêk nehatiye”. Li gorî fikra min divê ev nobeta azadiyê têkeve pirtûka Guinness a rekoran. Ji ber ku mînakeke weke wê li cîhanê nîn e.

Dîsa bi nêzîkatiya salvegera vê roja reş di dîroka kurdan de, ew ê kurd û dostên xwe li her qadan azadiya birêz Abdûlah Ocalan a fizîkî bixwazin û biqîrin.