5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

AFAD bi leza kîsoyan diçe ser kavilan

Li Dîlokê AFAD'ê jî piştî 17 saetan dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kir. Mexdûrên erdhejê gotin: "Xanî bi ser serê te de hilweşiye, xema kê ye."

Li gorî agahiyên nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Mujdat Can ragihandine erdheja Bazarcixa Mereşê bandoreke pir mezin li bajarê Dîlokê kir. Li gorî agahiyên pêşîn ên li bajêr, 553 avahî hilweşiyane, herî kêm 200 kesan jiyana xwe ji dest daye û herî zêde navçeyên Îslahiye û Nûrdaxê bandor ji erdhejê girtine. Li navenda bajêr 11 avahî hilweşiyane. Welatiyên li ber kavilên apartmana Golgelerê li benda xebereke xêrê sekinîn, daku bertekên xwe yên li dijî desthilatê bînîn ziman. Welatî dibêjin, “Bi ziman pêşengê cîhanê ye. Ka pêşengtî?”

Di erdheja li Dîlokê de hûrguliya herî balkêş jî ew bû ku welatî li stasyonên sotemeniyê ketibûn rêzê. Li bajêr ji ber ku market girtî bûn, ji bo nan û avê peyda bikin berê xwe dan market û dikanên biçûk. Welatiyên li deverên vala yên bajêr kom bûn, li dor agirê ku vêxistin şeva xwe derbas kirin.

Tê gotin ku 50 kes di bin kavilên apartmana Golgelerê de ne. Pêşî welatiyan mudaxileyî kavilên avahiyê kir û duh ber destê sibehê xwe gihandin 5 kesan. Hat diyarkirin ku di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li kavilên vê avahiyê de heya êvarê tu kes nehatiye rizgarkirin û dîtin.

Apartmana Golgelerê duh serê sibehê saet di 04.17’an de hilweşiya lê AFAD ancax saet di 20.01’ê de gihaşt kavilên avahiyê. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ku li gorî dengan hereket kir, saet di 21:55’an de xwe gihandin cenazeyê du kesan.

Di bin kavil de 3 sax

Tîmên AFAD’ê di kavilan de korîdora jiyanê vekir û saet di 22.01’ê de pirsîn “Kes heye?” Piştî bersiva “erê”, cihên deng jê dihat hat tespîtkirin û xebatên ji bo rizgarkirina her 3 kesan heya ber destê sibehê dewam kir.

Şaredariya Şehîtkamîlê konek û 3-5 mase danîn nêzî kavilan lê bi tu awayî li rewşa welatiyan nepirsî. Ji ber vê welatî jî bi dar û êzingên ji nava kavilan hatin derxistin şewitandin û xwe li ber wan germ kirin. Mexdûrên erdhejê yên li ber agir, ragihandin ku ji AKP’ê û şaredariyan tu kes nehatine cem wan û nerazîbûna xwe wiha anîn ziman: “Ma dê li ku bin, niha civînan çêdikin. Ketin etra ku dê gel çawa bi riyan bixapînin. Ava te tune ye, xaniyê te bi ser serê te hilweşiyaye, xema kê ye. Ma li vir zilamekî şaredariyê heye? Ji niha û pê ve ray may tune ye. Êdî bes e, 20 sal in em bûn mih.”

Gur bixwe lîderê wan ê cîhanê!

Selçûk Boylû ku pîra wî û xaltîka wî di bin kavilan de ne got: “Em ji serê sibehês aet di 05.00’an de li vir in. Tu şaredarî nehatine. Ne şaredariya mezin ne jî Şaredariya Şehîtkamîlê. Tenê konekî eletewş anîn. Em xwe li ber agirê êzingên ji bin kavilan hatine derxistin germ dikin.” Boylû anî ziman ku li herêmê tu xebat tune ne û got: “Xebat tune ye. Ji 5’ê sibehê heya nîvro gel, polîs û notirvan di nava kavilan de xebitîn. AFAd saet di 20.01’ê de hat. Bi ziman pêşengekî me yê cîhanê ye.”

Kes nehat

Necmettîn Tekînê ku sê biraziyên wî di bin kavilan de ne got: “Rewşa me li holê ye. Em êzingan ji nava kavilan derdixin. Zar û zêç, extiyar di bin kavilan de ne. Kezeba me dişewite. Erdhej serê sibehê saet di 4’an de çêbû. Ez ji wî çaxî ve li vir im. Xebat bi bivirekî, bi keraneyekî û bi bêrekê hat kirin. Kemçe hat lê tiştek nekir. Xebatkarên tu şaredariyan nehatin. Heya nîvro tu fêdeya wê çênebû. Êvarî gava AFAD hat çend cenaze hatin derxistin. Xwe gihandin çend kesên sax û dê wan derxînin.”

Tekîn destnîşan kir ku mirov 20 saet in di nava kavilan de ne û got: “Tu alîkarî nehatiye kirin. Ne qeymeqam, ne walî, ne jî ji parlementeran tu kes nehat. Tenê xizmeta deverên zengînan dikin.”