spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zanîngeha Rojava peymanek bi Zanîngeha Connecticut re îmze kir

Zanîngeha Rojava li ser daxwaza Zanîngeha Connecticut a DYA’yê, peymanek akademîk pê re îmze kir. Bi vê yekê hejmara zanîngeh û peymangehên ku Zanîngeha Rojava pê re peyman îmze kirine, dibe 9

Zanîngeha Rojava têkiliyên xwe yên bi zanîngeh û peymangehên cîhanê re xurt dike. Herî dawî li ser daxwaza Zanîngeha Connecticutê ya Amerîkayê, peymanek akademîk pê re îmze kir.

Zanîngeha Rojava piştî ku li ser peymanê nîqaş kir, bi rêya Nivîsgeha Têkiliyên Giştî daxwaza îmzekirina peymanê erê kir. Dema peymanê heta 5 salan e, lê piştî wê demê dikare heta demek din bê dirêjkirin.

Hevseroka Zanîngeha Rojava Şînda Dawûd têkildarî mijarê ji ajansa ANHA’yê re axivî û da zanîn ku naveroka peymanê bi temamî zanistî ye, karê ku dê pêk were jî hevbeş e. Şînda destnîşan kir ku peyman ji bo lidarxistina konfrans, panel û sempozyumên hevbeş, çêkirina kovarên hevbeş, lêkolîn û pêşxistina asta xwendekar û mamosteyan e û ev tişt gotin: “Tişta ku dê pir nîqaş li ser bê kirin jî nûjenkirina rêbazê dersdayînê ye.”

Zanîngeha Connecticut, zanîngehek lêkolînan a giştî ye, li wîlayeta Connecticut dikeve. Sala 1881`an hatiye avakirin û navê wê destpêkê Dibistana Sotres a çandiniyê bû. Zêdetirî 30 hezar xwendekar li 6 beşên zanîngehê dixwînin, zêdetirî 8 hezar xwendekarên xwendina bilind jî lê xwendina xwe didomînin. Di heman demê de zanîngeh endama Universitas 21 e.

Hêjayî gotinê ye Zanîngeha Rojava peyman bi gelek zanîngeh û peymangehên Kurdistanê û cîhanê re danîne. Zanîngehên peyman bi wan re hatiye îmzekirin ev in: “International Institute of Kurdish Culture (Îtalya), California Institute of Integral Studies (DYA), Zanîngeha Washington State (DYA), Zanîngeha Parmayê (Îtalya), Kurdish Heritage Institute (Silêmanî), Lebanese French University (Hewlêr), Zanîngeha Bremenê (Almanya), Zanînhega Emdenê (Almanya) û Zanîngeha Connecticut (DYA).”