8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erdogan: Bibîne roja reş, bikişîne pereyên xweş

Serokkomarê AKP’î dîsa pereyan bela dike. Behsa belavkirina deh hezar TL’yan dike.  Mirov di bin xirbeyan de tên kuştin Erdogan hêviyan belav dike.

Serokkomarê AKP’î Erdogan piştî 57 saetan çû navenda erdhejê Bazarcixa Mereşê. Gel diyar kir ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kêm in û bertek nîşan da. Gel guh neda Erdogan. Erdogan ji rojnamegerên li Bazarcixê re got: “Ez bi taybetî ji we dixwazim ku ji xeynî daxuyaniyên navenda AFAD’ê keysê nedin provakatoran. Ez dixwazim ku hevalên min ên çapemeniyê keysê nedin van provakasyonan.”

Erdogan daxuyand ku 8 hezar û 574 kesî jiyana xwe ji dest daye û 49 hezar û 133 kes birîndar bûne. Erdogan anî ziman ku di roja duduyan a erdhejê de serwerî bi dest xistine û ji bo gel doza sebr û daraamiyê kir. Erdogan got: “Li vir, sebr û deyaxa ku welatiyê min, gelê min ji bo van karesatan nîşan daye çawa be, ez bawer dikim ku dê ji bo vê karesatê jî heman sebr û deyaxê nîşan bide.”

Bibîne roja reş, bikişîne pereyên xweş (Bûl qarayi al parayi)

Her wiha Erdogan anî ziman ku bi hezaran mirov di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne û dê ji budçeya ku ji aliyê Wezareta Xezîne û Maliyeyê hatiye veqetandin, 10 hezar TL li mexdûrên erdhejê bê belavkirin.