3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tifaqa Ked û Azadiyê: Çima OHAL?

Îktıdarê OHAL îlan kir. Der barê wê de Tifaqa Ked û Azadiyê diyar kir ku îktîdar li şûna destwerdan û alîkariyan organîze bike, hewl dide xwe biparêze û wiha got: “Ya ku divê bihata kirin ne ragihandina OHAL’ê ye, seferberiya civakî ye.”

Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo 3 mehan li Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Kîlîs, Osmaniye, Edene û Hatayê Rewşa Awarte (OHAL) hatiye îlankirin. Tifaqa Ked û Demokrasiyê der barê erdhej û OHAL’ê de daxuyaniyeke nivîskî da.

AKP’ê tek çare mirin nîşan da

Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi ser erdhejê re 55 saet derbas bûn lê hêjta jî bi hezaran kes di bin xirabeyan de ne û ev tişt hatin parvekirin: “Mexdûrên erdhejê yên karîn xwe xilas bikin jî di nava mercên giran de tî û birçî ne. Îktîdara AKP-MHP’ê ev 3 roj in gel terkî mirinê kiriye. Îktîdara AKP-MHP’ê di nava 24 saetan de gavek jî neavêt bajarên erdhej lê çêbûne. Li şûna mudaxele û alîkariyan organîze bikin, bi ragihandina OHAL’ê re hewl dide ne gel lê xwe biparêze. Gelên Tirkiyeyê baş dizanin ku ev îktîdar ji bo karesatên bi vî rengî dibêje; ‘lutfa xwedê’ û hewl dide bo xwe bike firsend. Îktîdara AKP-MHP’ê bi OHAL’ê re dixwaze van bajaran bigire, torên piştevaniyê qut bike, ketina rojnamegeran a li van herêman qedexe bike da ku agahiyên rast neyên parvekirin, alîgirên xwe yên sûcdar veşêre û îktîdara xwe biparêze. Ya ku divê bê kirin ne OHAL lê seferberî ye.

Em ê mil bidin hev

Em ê zextên bi OHAL’ê re derdikevin holê nas nekin. Banga me ji bo dewletê ew e ku hemû derfetên xwe pêşkeş bike û ji bo parastina civak û jiyanê seferber bibe. Divê çavkaniyên gel ne ji bo bekaya îktîdarê lê ji bo gel bên bikaranîn. Hemû astengkirinên îktîdarê, pêkanîna sûcê giran e. Em ê piştevaniya heyî mezintir bikin, jiyanê biparêzin û li qadan li cem gelê xwe bin. Em ê vê hilweşînê bi hev re rakin.”