17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sancar: Rewşeke gelek xeternak heye 

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û şandeya pê re li Nexweşxaneya Bajar a Mêrsînê birîndar ziyaret kirin û piştre jî ber bi Edeneyê ve ketin rê.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar serdanên xwe yên li herêmên erdhejê didomîne. Sancar û şandeya pê re ku parlamenterên HDP’ê Tulay Hatîmogûllari, Zuleyha Gulum, Huseyîn Kaçmaz û hevserokên partiyê yên Hatay, Edene û Mêrsînê jî di nav de ne, duh çûn serdana navçeyên Samandag û Antakya yên Hatayê.

Sancar û şandeya pê re îro jî ji pêşî çûn Nexweşxaneya Bajar a Mêrsînê û birîndar ziyaret kirin. Sancar, di serdanê de anî ziman ku gelek zarokên birîndar hene ku malbatên wan hêj nehatine tespîtkirin. Koordînasyona me ya krîzê, li gel yekîneyên tenduristiyê bi tevan re elqedar dibe. Li herêmê organîzasyoneke pir cidî heye. Rewş gelek xeternak e û hevalên me yên di koordînasyonê de cih digirin niha dibin alîkar. Li gel ATO û saziyên din hewl didin pirsgirêka çareser bikin.”

Sancar piştre jî ber bi Edeneyê ve kete rê ku erdhej li wir jî çêbûbû. Sancar, dê bi Şaredarê Bajarê Mezin a Edeneyê Zeydan Karalar re hevdîtinê pêk bîne û piştre jî li herêmê bigere.