8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîm û hevkarên wê hewl didin eşîran bixapînin

Eşîra El Bikeyîr îdiaya ku li Dêrazorê hêzeke bi navê “Eşîran” heye derewand û diyar kir “Rejîma Şamê û alîgirên wê hewl didin jehrê di nava eşîrên me de belav bikin da ku me ji hev parçe bikin."

Eşîra El Bikeyîr a li Dêrazorê bi daxuyaniyekê hewldanên belavkirina tevlihevî û fitneyan, şermezar kirin û piştgiriya xwe bi QSD′ê re anî ziman.

Ji rûspiyên eşîra El Bikeyîr Îzo El Herbî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de got: “Em şêx û rûspiyên eşîra El Bikeyîr a qebîleya Igêdat, li hemberî êrişên çeteyên girêdayî rejîma Sûriyeyê û milîsên Îranê yên hewl didin derbasî herêmên me bibin û ewlehî û aramiya wê xirab bikin, piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re radigihînin.”

Di daxuyaniyê de îdiaya ku dibêje li Dêrazorê hêzek bi navê “Eşîran” heye, hate derewandin û wiha hat domandin: “Navên wisa li vir nîn in. Rejîm û alîgirên wê hewl didin jehrê di nava  eşîr û şêniyên me de belav bikin da ku parçebûnê di navbera me de çêkin.”

Eşîra El Bikeyîr di dawiya daxuyaniyê de got: “Eşîrên me ji destpêkê ve, planên qirêjî yên rejîmê û hevkarên wê û tevahî komên ku bûne çeteyên DAIŞ′ê, nas kirine. Eşîrên me dê bi van lîstokan nexapin. Ji bilî Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk me tu hêzên din nedîtin ku piştgiriyê dide şêniyên me û li ser esasê edalet û wekheviyê xizmetê pêşkêş dike; lewra em bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve girêdayî ne. Em rê nadin ku kes aştiya navxweyî ya li herêmên me xirab bike.”