2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîma Îranê 2 rojnamegerên din ên jin girtin

Bi girtina her du rojnamegerên jin ên îranî Seîda Şafeî û Mêhrnûş Zarî hejmara rojnamegerên ku ji destpêka serhildana Jin , Jiyan Azadî de hatine girtin derket 79’an

Li gorî raporên saziyên mafê mirovan li Îranê 2 rojnamegerên din ên jin li Tehranê hatine girtin. Navên rojnamegerên jin ên ku herî dawî hatine girtin Seîda Şafeî û Mêhrnûş Zarî ye. Bi vê yekê hejmara rojnamegerên ku ji destpêka serhildana gelê Îranê ve hatine girtin gihîşt 79’an.

Hesen Humayûn hevjînê Seîde Şafeyî di malpera xwe ya dijîtal de ragihandiye ku ev nivîskar û çalakvana sivîl di mala xwe de ji alî hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin.

Li gor ajansa “Hrana” ya Mafên Mirovan, Seîda Şafeyî bo ciheke nediyar hatiye veguhestin û heta niha ti zanyariyek der barê sedemên binçavkirina wê û aliyê ku ew girtiye de tine ne.

Li gorî agahiyên Koma çalakvanên mafên mirovan li Îranê  Mêhrnûş Zareyî hatiye girtin û ew veguhestine girtîgeha Êvînê.

Li gorî heman çavkaniyê endamên hêzên ewlehiyê “bêyî ku pêwendiya xwe ya sazî û dezgehî aşkera bikin” li mala Zeraî geriyane û piştî desteserkirina hin alavên wê yên dîjîtal, ew rojnamevan birine girtîgehê.

Hêjayî gotinê ye ku rojnameger Mêhrnûş Zareyî bi ajansên “ILNA”, “ISCA” û “ANA”yê re kar kiriye û di warê civakî de jî gelek rapor der barê wê de hatine weşandin.