17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Heqîqet eşq e, eşq jiyana azad e’

Eşqa Mehmet ne di zewaca bi zorê de bû, di jiyana azad de bû. Xortekî xwedî xwesteka têkoşîna azadiyê bi destê malbat û dewletê dîl hatibû girtin. Lê wî bi çalakiya xwe aşkera kir ku kes nikare wî dîl bigire.

Di 16’ê mehê de nûçeyeke lezgîn di rojname û ajansan de dibûhurî. Li Amedê ciwanekî li ser bircan bedena xwe dabû ber agir. Li ser wan sûrên ku ketibûn xewna rêberê PKK’ê birêz Abdûlah Ocalan. Birêz Ocalan di xewna xwe de didît ku li ser bircan bi zarokekî re diaxive. Li ser wan bircan Mehmet xwe xiste meşale ji bo tariya li ser girava Îmraliyê ronî bike.

Mehmet Akar berî ku bedena xwe bide ber agir li pişt xwe nameyek hişt. Nameya xwe bi destê xwe û bi kurdî nivîsandibû.

“Silav hevalno. Ez dixwazim çalakiya heval Bubo silav bikim. Ji Rêber Apo agahî nayê girtinê. Ne destûra malbata wî ne jî destûra parêzerên wî tê dayîn ku hevdîtinê bikin. Bêyî ku tu hêcetan nîşanî serlêdanan bikin, hevdîtin tê redkirin. Êdî em ji rewşa tenduristiya Rêber Apo bi fikar in.

Ez jî li dijî vê yekê saet di 21.21’an de li Birca Keçikan a Amedê bedena xwe didim ber agir. Ronahiya agirê ku digire bedena min bila Îmraliyê ronî bike. Ez hêvî dikim ku wê ev çalakiya min bibe wesîleya azadiya fizîkî ya Rêber Apo.

Bijî Serok Apo

Bijî Serok Apo

Bijî Serok Apo”

Xefika dewletê

Mehmet Akar wekî bi sedan kesên ku gotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ û bedena xwe dan ber agir, ji bo tecrîda giran a li ser birêz Abdûlah Ocalan protesto bike ev çalakî li dar xist. Çîroka Mehmet Akar ji bo me hemûyan tije ders e. Lewra polîtîkaya ‘nobeta li ber deriyê avahiya HDP’ê’ bi dayika Mehmet Akar dest pê kir.

Dewlet malbatên kurd li hemberî têkoşîna azadiyê bi kar tîne. Ji aliyekî ve bi deh hezaran zarok, jin, ciwan, kal, siyasetmedar, xwendevan, rewşenbîr, rojnamevanan diavêje zîndanan û ji aliyekî ve jimalbatan re dibêje ‘herin zarokên xwe ji PKK’ê bixwazin.’

Berî çalakiya Mehmet Akar, kurê dayikeke din di zîndanê de çalakî kiribû. Li hemberî helwesta dayika xwe, bi xwarina dermanan xwest dawî li jiyana xwe bîne. Mecrûn Akkoyunlu  bi giranî birîndar bû. Wê demê bangawazî li dayika xwe kir ku dev ji vê nobetê berde.  “Heke (dayika min) ji ber avahiya HDP ranebe, ez ê carek din întîhar bikim. Îro nebe ez ê sibê bikim.”

Wekî din jî gelek gerîlayan bangewazî li dayik û bavên xwe kirin ku ji ber avahiyê rabin. Mixabin dewletê ew xistibûn xefikê û ber nedidan.

Ji bo dewletê ya girîng rojevkirin malbatan bû!

Her ku dayikan li ber avahiyê rûniştina xwe domand, rewşên cuda derketin holê. Kesekî bi navê Celal (jê re celo tê gotin) û jineke bi navê Remziye dest bi heqaret û êrîşan kirin. Rêvebirên HDP’ê kirin hedef. Hinek rêvebiran ji ber îfadeyên wan cezayê hepsê jî girtin. Lê kirêtiya dewletê bi vê ve sînordar nema.

Di îlona 2019’an de kurê dayikekê di êrîşa hewayî de şehît dikeve. Dewletê dayik ji Mûşê anîbû ber avahiya HDP’ê. Lê dewleta ku qaşo ketiye derdê zarokên gelê kurd bombe dibarîne ser zarokên vî gelî. Mûsayê ku di êrîşa hewayî de şehîd ket, dewletê ne destûr da ku cenaze bi ambulansê bibin ne jî destûr da ku malbat şînê bike.

Ji bilî Mûsa wekî din jî zorokên malbatên li ber avahiya HDP’ê rûniştine şehîd ketin. Lê ne xema dewletê bû. Ji dewletê re ya grîng ew bû bikaribe van malbatan bixe rojevê û li ser wan polîtîkaya qirêj û şerê taybet bimeşîne. Lê çalakiya Mehmet Akar rûyê dewletê û xefleta malbatan bi awayekî vekirî raxist ber çavan.

Çîroka malbata Akar

Dayika Mehmet Akar di tebaxa 2019’an de êrîşî avahiya HDP’ê ya Amedê kir. Îdîa dikir ku HDP’ê kurê wê şandiye çiyê. Bes piştî çend rojan Mehmet bi riya ajansekê daxuyand ku malbata wî bi zorê dixwaze wî bizewicîne, lewma wî ji ber malbatê xwe daye aliyekî. Lê diya wî gef û heqaretên xwe domandin. Ne bi gelekî piştre wêneyên dayika wî û walî bi hev re di ajansan de hatin belavkirin. Xuya bû dezgehek hatibû plankirin. Mehmet jî di encama vê dezgehê de ji xwe re kirin amûr. Derdê wan ne xwestek û jiyana Mehmet bû. Xwesteka wan reşkirina tevgera azadiyê bû.

Dewletê alîkarî bi malbatê re kir û ew zewicand. Rayedarên dewletê di asta herî bilind de tev li dawetê bûn. Çapemeniya dewletê jî heya tu bibêjî bes propaganda kir. Mehmet zewicî lê qet dev ji xeyala xwe berneda. Dilê wî hişê wî her tim bi tevgera azadiyê re bû. Piştî zewicî li gel ku dikaribû derfetên dewletê bi kar bîne jî wî tenezulî tiştekî wisa nekir. Karê ajokariya texsiyê dikir. Hevalekî rojnameger wiha behsa bîranîneke xwe dike.

‘Eşq evîna azad e’

“Rojekê ez li texsiyê siwar bûm. Min dît ajokar Mehmet e. Min rewşa wî pirs kir. Lê xemgîn bû. Ji ber tiştên qewimîne dilê wî şikestibû. Qet nedixwest tiştek wisa çêbe. Dema ez ji texsiyê daketim, qerta xwe dirêjî min kir û got ‘Kengî lazimî bi texsiyê hebe li min bigere.’ Min qert girt û xwend. Li ser qertvizîtê wiha nivîsandibû : ‘Heqîqet eşq e, eşq evîna azad e.’”

Eşqa Mehmet ne di zewaca bi zorê de bû, di jiyana azad de bû. Dema min çalakiya wî bihîst qirika min tijî bû lê dema wî hevalî behsa rewşa wî kir ez pir aciz bûm. Di nava xwe de dikeliyam. Xortekî xwedî xwesteka têkoşîna azadiyê bi destê malbat û dewletê dîl hatibû girtin. Lê wî bi çalakiya xwe aşkera kir ku kes nikare wî dîl bigire.

Dewlet ji destpêkê ve ji bo ciwanên kurd asîmîle bibin û nebin xwedî xeyala azadiyê, serî li her rê û rêbazê dide. Waliyê Sêrtê demekê digot “Di cihê ku keviran biavêjin panzeran bila herin fûhûşê bikin, tiryakê bikêşin.” Niha jî malbatên ku zarokên xwe ji têkoşîna azadiyê dûr digirin, bi destên xwe zarokên xwe asîmîle dikin û berê wan didin tiryakê.

Nêzikbûna çapameniya alîgir

Li Êlihê jina bi navê Îpek Er ji aliyê çawişê pispor ve hate tecawîzkirin, piştre xwe kuşt, li Dêrsimê Gulistan Dokû ji aliyê kurê polîsekî ve hate kuştin û hê jî cenazeyê wê li ku ye ne diyar e. Bi dehan bûyerên tecawiz û qetilkirinê rû didin. Dewlet li hemberî van bûyeran bê deng e. Dev ji bêdengiyê berde van tiştan teşwîq dike. Derdê dewletê tu carî nebûye başiya malbatan. Her tim malbat bi kar anîne. Dewleta ku hurmetê nîşanî cenazeyan nede çawa hurmetê nîşanî mafê kurdan bide.

Di demên dawî de hişmendiya welatparêziyê ji ber ku qels bûye dewlet bi hêsanî xwe digihîne malbatan û malbatan dixe pozîsyoneke dijberî nirxên wan. Nêzîkatiya çapemeniya dewletê vê rewşê baş vedibêje.

“Em bawer nakin ku vî kurikî xwe şewitandibe.” (Haberler.com. Cih daye gotinên malbatên rûniştine.)

“Rêxistinê dev jê berneda.”(Yenî Şafak)

“Mehmet Akar ê ku dayikê ji ber wî çalakî kiribû jiyana xwe ji dest da.” (Akşam)

Xetereya li ser hebûna gelê kurd

Yek rojname û ajans nabêje ka çima Mehmet xwe şewitandiye. Cih nadin nameya wî. Xweşewitandin jî ne di xema wan de ye. Ew tenê li pey nûçeyan e. Bi malbata Mehmet jî dane gotin ku derûniya wî xira bûye. Heke rast be derûniya wî xira bûbe, gelo sedem çi bû? Mirovekî ku derûniya wî xira bûbe çawa dikare ew qas bi gotinên zelal tecrîdê protesto bike û çalakiya Bubo silav bike?

Em ber bi salvgera komploya navneteweyî diçin. Berî salvegera komployê hem tecrîdê girantir dikin hem jî çalakiyên ji bo şikandina tecrîdê xurt dibin. Bubo û Mehmet carek din peyama şikandina tecrîd û valaderxistina komployê dan. Birêz Abdûlah Ocalan ji ber ku ji sekna xwe tawîz nade tecrîd giran dibe. Tecrîd rewşeke derveyî mirovahiyê ye. Divê teqez were şikandin. Di vê hêlê de helwesta gelê kurd pir girîng e. Dewlet bi tecrîdê dixwaze daxwaz û mafên kurdan tune bike. Teqezkirina maf û statuya gelê kurd jî bi şikandina tecrîdê ve girêdayî ye. Ev tenê ne meseleya şexsekî ye. Meseleya doza azadiya neteweyekî ye, meseleya hebûna neteweyekî ye. Dema Mehmet tîne ziman ku ew ji tenduristiya Birêz Abdûlah Ocalan bi fikar in, di heman demê de balê dikişîne ser xetereya li ser hebûna gelê kurd.

Malbat divê êdî li hemberî pêkutî û polîtîkayên dewletê şiyar bibin. Tu gerantiya ciwanên gelê kurd di bin sîwana vê pergala qirêj de tune ye. Her roj cenaze ji zîndanan derdikevin. Her roj bi çekên kîmyayî ciwanên kurd têne kuştin. Gerantiya azadiya ciwanan û zarokên kurd di têkçûna faşîzmê re derbas dibe. Wekî din tu rê tune ye. Heke malbat diwxazin pêşerojeke azad ji zarokên xwe re ava bikin divê bê teredut ji polîtîkayên dewletê re bibêjin bes e.