3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberên AKP’ê bi Soylû esrar bincil kirin

Li Fermandariya Cendirmeyan a Farqînê, serçawişê bi navê Mûhîttîn Kaya ji ber ku li dijî xizmên Serokê AKP’ê yê Farqînê Mehmet Nedîm Kiliçaslan operasyona esrarê pêk anî ji aliyê Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû ve hat teqawîdkirin.

Di sala 2022’yan de gelek operasyonên esrar, eroîn û hişbirê hatin lidarxistin. Di van operasyonan de gelek rêveberên AKP’ê û xizmên wan hatin binçavkirin û bazirganiya wan a esrar, eroîn û hişbirê derket holê. Heta bi belgeyan derket holê bi balafira ku wextê ji aliyê Serokwezîrê demê Ahmet Davûtoglû ve hatiye bikaranîn ev bazirganî hatiye kirin û li Brezîlyayê tê de hişbir hatiye desteserkirin.

Piraniya van kesên ku têkiliyên wan ên bazirganiya esrar, eroîn û hişbirê deşîfre bûn wêneyên wan ên bi Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû re derketin holê. Ji ber van wêneyan di serî de HDP û muxalefeta Tirkiyeyê Soylû weke hevparê van têkiliyan pênase kir. Soylû ji bo ku van zextên muxalefetê yên li ser xwe bide alî, di mehên dawî yên 2022’yan de dest bi weşandina daneyên operasyonên hişbirê kir û xwest ku bi vê rêbazê bersiv bide muxalefetê. Lê bi agahiyên nû yên der barê van operasyonan de têne bidestxistin wisa diyar e ku wê ev dane Soylû xilas nekin.

Esrara xizmên serokê AKP’ê

Ji navçeya Farqinê ya Amedê der barê van operasyonên esrar, eroîn û hişbirê de agahiyên balkêş gihîştin ber destê me. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; di cotmeha 2022’yan ku Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan hatibû serdana Amedê û Suleyman Soylû beriya serdana wî heftekî-deh roj li Amed û navçeyên wê xebitîbû de li gundê Weysikanê Jorîn ê bi ser Farqînê ve ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan a Farqînê ve operasyoneke esrarê tê kirin.

Di vê operasyona ku ji aliyê serçawişê bi navê Mûhîttîn Kaya ve tê lidarxistin de 150 kîlo esrar tê desteserkirin û 3 birayên hev ku xizmên Serokê AKP’ê yê Farqînê Mehmet Nedîm Kiliçaslan in tên binçavkirin. Piştî operasyonê Kiliçaslan û kekê xwe Metîn Kiliçaslan ku Serokê Şaxa Kizilayê ya Farqînê ye dikevin dewreyê û destûr nadin ku operasyon ji raya giştî re bê ragihandin. Her wiha ji serçawiş Mûhîttîn Kaya jî daxwaz dikin ku operasyonê derbasî qeydan neke û nîşan nede.

Hewldanên nixumandinê

Serçawiş Kaya bi ya Serokê AKP’ê Mehmet Nedîm Kiliçaslan û kekê wî Metîn Kiliçaslan nake û operasyonê derbasî qeydan dike û sewqî dozgeriyê dike. Her sê bira ku di operasyonê de tên binçavkirin û paşê tên girtin. Niha her sê bira jî girtî ne. Li ser vê her du Kiliçaslan ên birayê hev li dijî serçawiş Kaya dikevin tevgerê û giliyê wî ji Suleyman Soylû re dikin. Piştî gilîkirinê, Soylû serçawiş Kaya tayînî navçeya Pasûrê ya Amedê dike. Lê Kaya vê tayînê qebûl nake û tê teqawîdkirin.

Serçawiş Kaya ku li navçeyê xwe weke dijberî AKP’ê û kesekî CHP’î daye naskirin, di rojên dawî de li cafeyên Farqînê bi derdora ku rûdinê re qala serboriya xwe dike. Li gorî agahiyên ku ji kesên bi serçawiş Kaya re rûniştine hatin wergirtin; bi hinceta ku Kaya bi operasyona pêk aniye re rêzgirtina ji bo AKP’ê li navçeyê kêm kiriye, giliyê wî hatiye kirin û bi vê serboriyê re rû bi rû maye.

Xwestine xwe bi Soylû xilas bikin

Her wiha tê angaştkirin ku serçawiş Kaya gotiye; esrara ku desteser kiriye, hatiye xwestin bi konvoya Suleyman Soylû re derbasî Balafirgeha Amedê bê kirin û bi awayekî “ewle” ji Amedê bê derxistin lê bi operasyona ku pêk aniye ev plan vala hatiye derxistin û ji ber vê sedemê giliyê wî ji Soylû re hatiye kirin.

Der barê vê operasyonê de çavkaniyên ku ji rojnameya me re axivîn û qala qeydên deng ên di navbera aliyan de jî kirin. Heke ev qeyd bigihîjin ber destên me em ê van qeydan jî biweşînin.