6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Karkerên înşaatê xwestin yewmiyeya wan bibe 600 lîre

Karkerên înşaetê, li Amedê çalakî li dar xistin û diyar kirin ku heta yewmiyeyên wan dernekevin 600 lîreyî wê dernekevin ser kar.

Li Amedê, karkerên înşaatê li qada Şêx Seîd li hev civiyan û bi armanca başkirina heqdesta yewmiyeyê, mercên xebatê û zexta kar a roj bi roj zêdetir dibe çalakî li dar xistin. Rêveber û endamên Platforma Ked û Demokrasiyê, Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û nûnerên gelek saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de karkeran pankartên “Keda min mafê min e” , “Yekitiya karkeran dê sermayeyê têk bibe” , “Kedkarên înşaatê yên Amedê ne bi tenê ne”  vekirin û dûrişmeyên “Em karker in, bira ne, dê li ber xwe bidin” , “Em ê mafê xwe yê grevê bi dest bixin” û “Bijî berxwedana karkeran” berz kirin.

Di çalakiyê de li ser navê karkeran karker Ramazan Kûrt axivî û daxuyaniya ku amade kiribûn xwend. Kûrt, diyar kir ku bi yewmiyeyên heyî karker nikarin debara mala xwe bikin û wiha got: “Ji me tu kes nikare mîna berê bi yewmiyeyên heyî debara mala xwe bike. Em bi zemên heyî re nagihijin. Sînorê xizantiyê bûye 26 hezar û 500 TL. Di rewşeke wiha de dev ji sînorê xizantiyê berdin, em heqdestekî di bin sînorê birçîtiyê de digirin. Kêmtirîn mûçe bûye 8 hezar û 500 TL lê em ji wê jî kêmtir mûçe digirin. Yek ji sektora herî birîsk jî înşaete lê ne betlaneyên me yên biheq û ne jî mafên me yên civakî hene.”

‘Em dibin zemên xaniyan de difetisin’

Di berdewama axaftina xwe de Kûrt, bal kişand  ser qezayên lir ser kar ku pêk tên û ev tişt gotin: “Tu sîgortayên civakî yên karkeran nînin ku jê sûd bigirin. Li gorî daneyên cîhanê, di her 15 saniyeyan de karkerekî înşaetê ji ber qezayên kar an jî nexweşiyên pîşeyî jiyana xwe ji dest didin. Li gorî daneyên qezayên kar; li Tirkiyeyê ji her 280 qezayên kar di qezayekê de karkerek dimire. Em bi mirinê re rûbirû dixebitin. Em dixwazin ku mafên dane madenvanan bidin karkerên înşaetê jî. Her wiha bila mafê teqawidbûna pêşwext bidin me jî. Li Amedê par fiyetên daîreyan derdora 700 hezar TL’an bû lê niha 4 qet zêdetir bûne. Em dibin zemên xaniyan de difetisin. Mûçeyên me bi têrî heqê ard, rûn, şekir û rê nakin. Lewma jî divê bihayê herî kêm ê yewmiyeyên me bibe 600 TL. Ji vir û şûnde her cara ku kêmtirîn mûçe tê diyarkirin, em ê heqdestê xwe du qet ji kêmtirîn mûçe zêdetir hesab bikin. Heta ku daxwazên me tên qebûlkirin jî dê çalakiyên me bidomin. Daxwazên me, daxwazên maf ên kedkaran in. Heta ku daxwazên me pêk tên jî dê tevî hevalên xwe çakakiya destberdana ji kar bikin. Ji bo karmendan bangek; dê heqdestê kedkaran neyê birîn û li dijî kedkaran mobbîng neyê kirin.”

Kûrt, di dawiya axaftina xwe de got ku wê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin û heta ku daxwazên wan tev bi cih neyê wê neçin kar.

Çalakî bi dûrişmeyên “Hêrsa karkeran wê qesran hilweşîne” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” bi dawî bû. AMED