4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wê dîsa Kolombiya û ELN’ê li hev rûnên

Hevdîtinên aştiyê yên di navbera Kolombiya û ELN’ê de ku hatibûn rawestandin dîsa dest pê dikin.

Beriya niha Kolombiya û Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) agirbesteke dualî îlan kiribûn û piştre li Caracasê dest bi hevdîtinan kiribûn. Lê dûre ELN’ê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku agirbestê qebûl nake û xwe ji hevdîtinan vekişandibû.

Her du aliyan li Caracasê vê hefteyê civîneke lezgîn kirin û li hev kirin ku di 13’ê sibatê de li Meksîkayê careke din dest bi hevdîtinan bikin. Wê Norveç, Venezûella, Kuba, Şîlî û Meksîka ji bo hevdîtinan welatên garantor bin.

Serokê Dewletê Gûstavo Petro yê ku ew jî berê di nav M-19’ê de gerîlayekî bajêr bû soz dabû ku bi hemû komên çekdar re yan peymana aştiyê yan jî ya teslîmiyetê çêbike.

Şerê di navbera ELN û Artêşê Kolombiyayê de 60 sal in didome.