10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Seçîten an seçmek

Van rojan di mijara “dersa hilbijartin û seçmek”ê de dûr ji mijarê, min hez kir bi kurtahî çend raveyan bibêjim li ser peyva “seçmek”ê ya niha di zimanê tirkî de.

Çendîn sal in di lêkolînên ku li ser peyv û lêkerên “erebî û tirkî” dikim de dibînim gelek ne her peyv, lêkerên me jî hatine birin û haya me jê nîne! Û piranî lêkerên me dûre di her du zimên de hatine bikaranîn an jî hatine birin. Helbet ez behsa farisî nakim ji ber ku di warê zimanî de ew pajeke ji kurdî-pehlewanî.

Berî du hezar ta sê hezar sal û bi taybetî di zimanê kurdî-pehlewanî ya kevnar de me lêkera “Seçîten” heye ku tê wateya “jihevderxistin û hilbijartin”ê. Lêkera “Seçîten”ê di kurdiya nû de weke “Seç-în yan Sej-în an jî Sêj-în”ê jî tê xuya. Tirk ku di çarçoveya makîne û jûreke operasyona talaniya zimanên kevin a vê herêmê û çêkirina zimanekî fabrîkayî û sineetî de, bi taybetî zimanê kevin ê kurdî û zimanên mirî yên herêma Zagros, Toros û berjêra wî jî ku Mezopotamya mezin e, çi dîrok, çîrok, çand û kod nemane ew nadizin û bi teorîzeyên saxte nexin rewşa tirkbûnê ku ziman jî têde cihekî mezin a vê dizî û talaniyê digire. Yek ji wan operasyona dizî û talaniyê, birina peyv û lêker in, yek ji wan lêkeran jî ku mebesta vê mijar û nivîsê ye, lêkera “Seçîten”ê ye. Koka wê lêkerê ku “Seç”e, bi paşgira “mek”ê di rewşa lêkerekiyê de weku “Seçmek”ê dasaz kirine û li kar e.

Helbet divê em vê yekê bizanin ku di zimanê pehlewanî û kurdiya kevnar de hemû lêker bi “Ten”ê bi dawî dibin û niha wê “Ten”ê bûye “Tin, Din, An-Andin, În, Ûn”ê. Anku “Seçîten” bi kurdiya nû dikare bibe “Seçtin, Seçdin, Seçan-Seçandin, Seçîn, Seçûn”ê. Lê niha wê lêkerê eger li hin herêman jî mabin bi awayê “Seçîn”ê û cîguhera dengê “Ç bo J, S bo W”ê weke “Sejîn-Sêjîn”ê û di soranî û kurmancî de weke lêkera “Çinîn, Çînîn, Veçinîn û Çinînewe”yê jî heye û ji hemam kod û kok tên. Lê tiştê balkêş ew e ku di zarê kurdî-zazayî de ku kevintirîn zar û nêzîtirîn zarê kurdî-pehlewanî ye, ta niha jî lêker bi awayê “weçînitene”yê maye û kara ye!

Lêkera Hilbijartinê:

Lêkera “Hilbijartin”ê ji çar pajan pêk tê ango “hil+buj-bij+ar+tin” ku koka wê “buj-bij”e û bi paşgira “ar”ê bûye “bujar-bijar”ê, bujar-bijar jî anku derxistina gîha û tiştên zêde di nava zîraat û danikan de. Dû re bi amraza “tin”ê ya lêkerê û pêşgira “hil”ê bûye rewşa “Hilbijartin”ê.

Ez nabêjim: li dewsa hil+bij+ar+tin”ê “seçîn yan sejîn yan jî sêjîn”ê bi kar bînin yan na, tenê min xwest rastiya wê lêkera kurdî, kevnar û şîrîn bi kurtî û bi çend hevokan rave bikim weke agahiyê.

Çavkanî: Ferhenga Aryanvaç-peyv û lêkerên zimanê Pehlewaniyan.