21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HPG’ê ji bo komkujiya Mêrdînê daxuyanî da

HPG’ê ji bo komkujiya li Mêrdînê ya li dijî 5 welatiyên ji başûrê Kurdistanê pêk hatibû, diyar kir ku welatiyên bûne hedefa komkujiyê welatparêzên ji Rêkaniyê ne û ji ber gefên dewleta tirk ku beriya niha li wan hatibûn xwarin dibe ku ev komkujî êrîşeke kontrayî be.

Di şeva 19’ê çileyê de li ser rêya di navbera navçeyên Nisêbîn û Qpserê yên Mêrdînê de li dijî wesayîteke welatiyên başûrê Kurdistanê êrîşeke çekdarî pêk hatibû û di êrîşê de 5 welatî hatibûn kuştin. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) derbas kiriye Hêzên Parastina Gel (HPG), bi daxuyaniyekê fikarin xwe yên der barê komkujiyê de aniye ziman û ji qurbaniyên komkujiyê sersaxî xwestiye.

Daxuyaniya HPG’ê ya der barê êrîşê de wiha ye:

“Şeva 19’ê Çileyê li Mêrdînê 5 welatiyên me yên ji Başurê Kurdistanê bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Di serî de malbatên kesên xizmên hatine qetilkirin em sersaxiyê ji gelê Rekanî û hemû gelê Kurdistanê re dixwazin. Ev malbata ku hatiye qetilkirin, welatparêzên eşîra Rekanî ne û gelek caran gund û herêmên wan bûne hedefa êrîşên dewleta Tirk û di van êrîşan de gelek ji wan şehîd ketine. Ji ber ku ev mirovên me di hedefa dewleta Tirk de ne, tê dîtin ku bûyera dawî ya li Mêrdînê bûyereke tarî ye. Balkêş e ku dewleta Tirk hewl da vê bûyerê weke dozeke edlî nîşan bide û ji aliyê dozgeriyê ve biryara nepenîtiyê da. Ji ber vê yekê, dibe ku ev êrîşeke kontrayî ye ku di çarçoveya têkbirina Kurdan de hatiye kirin. Em Hêzên Parastina Gel diyar dikin em ê vê bûyerê bişopînin û hesab bipirsin. Em careke din ji gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”