2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokdewletê Brezîlyayê serfermandarê artêşê ji peywirê girt

Serokdewletê Brezîlyayê Luiz Inacio Lula da Silva, bi hinceta ku di serdegirtina kongreyê de berpirsyariya wî heye serfermandarê artêşê welat Julio Cesar de Arruda ji peywirê girt.

Serokdewletê Brezîlyayê Luiz Inacio Lula da Silva, bi hinceta ku di serdegirtina kongreya neteweyî ya ji aliyê alîgirên Serokdewletê berê Jair Bolsonaro ve pêk hatibû de berpirsyariya wî heye serfermandarê artêşê welat Julio Cesar de Arruda ji peywirê girt.

Julio Cesar de Arruda di 30’ê kanûna 2022’yan de ji aliyê Jair Bolsonaro ve hatibû tayînkirin.

Çi bûbû?

Ture duyemîn a hilbijartinên serokdewletiya Brezilyayê di 30’ê cotmeha 2022’yan de pêk hatin û Luiz Inacio Lula da Silva bi serket. Piştî serkeftina Luiz Inacio Lula da Silva ji aliyê alîgirên Jair Bolsonaro ve bi rojan çalakiyên rêgirtinê li dar xistibûn û li ber biryargehên leşkerî banga darbeya leşkerî kiribûn. Herî dawî jî di 8’ê çileyê de bi ser avahiyên Kongreya Neteweyî û Dadgeha Destûra Bingehîn de girtibûn.