4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bîlançoya li Şêxmeqsûdê giran bû: Hejmara miriyan derket 12’an

Bîlançoya avahiya ku li Şêxmexsûdê hilweşiya giran bû. Hat ragihandin ku 14 kes ji bin kavilên avahiyê hatine derxistin û 12 ji wan jiyana xwe ji dest dane.

Di saetên serê sibehê de li taxa Şêxmexsûd a Helebê avahiyeke 5 qat ji ber sedemeke ne diyar hilweşiya. 30 welatî di bin kavilên avahiyê de man. Hejmara kesên ku di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan zêde bûn. Hat ragihandin ku heta niha 14 kes ji bin kavilan hatine derxistin û ji vana 12 jê jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî agahiyên ku Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecîr ragihandiye kesên ku jiyana xwe ji dest dane 5 zarok, 5 jê jin û 2 jê jî zilam in. Nasnameyên 4 kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Yûsif Carûr (3), Hemîda Carûr (8), Cemal Carûr (7) ve Ridwan Mihemed (55).