spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîma Îranê kolberek din kuşt

Hêzên dewleta Îranê li herêma sînor a Bane ya li Rojhilatê Kurdistanê êrîş birin ser kolberan. Di encamê de kolberekî din hate qetilkirin.

Hêzên dewleta Îranê li herêmên sînor ên Rojhilatê Kurdistanê, kolberên ku debara xwe bi barhilgirtinê dikin, bênavber qetil dikin.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ve hatin parvekirin, li gundê Zelê yê bajarê Bane yê Rojhilatêw Kurdistanê, hêzên dewleta Îranê êrîş birin ser komek ji kolberan.

Di encama êrîşê de kolber Mîrza Ahmed hate qetilkirin.

Li gorî agahiyan Mîrza Ahmed ê 43 salî bavê 2 zarokan bû, ji gundê Hencîne yê Baneyê bû û ji bo karibe debara xwe bike neçar mabû kolberiyê bike.

Li gorî daneyên Kolbernewsê, di sala 2023’an de li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 32 kolber hatin kuştin, 261 jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku piraniya kolberên jiyana xwe ji dest dan, di encama êrîşên hêzên dewleta Îranê de hatin kuştin.