28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîma Îranê kolberekî 14 salî birîndar kir

Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Nosudê gule li kolberan reşandin û di encamê de kolberê 14 salî Manî Habîbî birîndar bû.

Hêzên rejîma Îranê şevê din li ser sînorê Nosudê gule li kolberan reşandin. Di encama gulebaranê de kolberê 14 salî Manî Habîbî birîndar bû. Li gorî nûçeya Kolber News’ê; Habîbî li Nexweşxaneya Bajar a Pavehê tê dermankirin û rewşa wî ya tenduristiyê baş e. Ji destpêka sala 2023’yan heta niha rejîmê li ser sînorê Kurdistanê herî kêm 3 zarok qetil kirine. Hêzên rejîmê di sala 2022’yan de jî gule li 258 kolberan reşand û di encamê de 43 jê hatin qetilkirin.