14 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Emîne Şenyaşar: Ji ber vê zilmê dê kevir jî bibarin

Emîne Şenyaşar wiha got: "Hûn jî dizanin, we tevan jî temaşe kir. Ev bû sê sal li vir rûniştî me. Ma hûn kerr in ku nabihîsin? Ji ber vê zilmê hêj dê kevir jî bibarin. Hemû jî ji ber Erdogan dê bibarin.”

Xizim û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kirin. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin.  Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 724’an de li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar li navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê. Malbatê pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” vekirin û dest bi nobetê kirin.

‘Hêsrên min hê jî li erdê ne’

Di çalakiyê de Emîne Şenyaşar axivî û got ku çalakiya wan ketiye sala 3’yan. Şenyaşar, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Ka wijdan bi wan re tune ye. Li nexweşxaneyê ji malbata me 3 kes kuştin. Ew çawa dewlet û desthilat e? Bila qeydan qetilkirine derxînin da ku hemû kes bibîne. Ev 3 sal in ez li vir rûniştî me û hêsirên min hêj li erdê ne. Kurê min ev 6 sal in di hucreyê de tê girtin. Heta edalet pêk neyê ez ê ji vir ranebim.”

‘Hêj dê kevir bibarin’

Şenyaşar, bal kişand ser karesatên demên dawî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tiştên wiha tu carî li vir çênebûbûn. Tevek jî ji ber wan dibin. Kêsên bêsûc avêtine girtîgehê. Gelek kes mirin. Ma kurê min çi kiriye ku xistine girtîgehê. Çima desthilatdarî piştgiriyê dide wan? Tekane daxwaza min edalet e. Çend caran li vê derê zilm li me kirin. Em xistin nezaretan. Ez heqê xwe li we helal nakim. Kurê min berd in, kurê min bêguneh e. Di dikan û nexweşxaneyê de zarokên min qetil kirin. Hûn jî dizanin, we tevan jî temaşe kir. Ev bû sê sal li vir rûniştî me. Ma hûn kerr in ku nabihîsin? Ji ber vê zilmê hêj dê kevir jî bibarin. Hemû jî ji ber Erdogan dê bibarin.”

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Cafer Guneş û rêveberên partiya wan a Rihayê jî ji bo piştgiriyê hatin serdana malbatê.