spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêviya desthilatê saziyên nîjadperest û mezheperest in

Di ser erdheja mezin re mehek derbas bû. Di dawiya mehekê de rewş bêtir hate dîtîn. Ji kêliyên serî heya niha her ku dem di ser re derbas bû giraniya rewşê jî bêtir hate xuyakirin. Birîn û êş jî pir giran in û zirara maddî jî gelek mezin e. Ne êş û birîn bi dermankirina îlacan sax dibin û ne jî zirara maddî tenê bi alîkariya pere û qut dikare ji holê rabe. Eşkere ye ku pêdivî bi helwesteke nû heye.

Şêwaza netew-dewleta li rojhilat civak yekcar bêhêz kir. Hemû erk di xwe de kom kirin. dewletê xwe wekî çareya her her derdî nîşan da. Bi salan hate ziman ku bihêzkirina dewletê-bêhêzkirina civakê dê pirsgirêkan her biçe kur bike û zor û zehmetiyan derbixe pêş. Lê di cihê ku dewlet were biçûkirin de hinek derdoran bi israr dewlet mezin kirin. Û îro di rewşa erdhejê de em encamên mezinkirina dewletê-biçûkirina civakê dibînin.

Dewlet di cihê birînên erdhejê derman bike de zehmetiyan ji civakê re derdixe. Bi ser de jî xwe bi mexdurên erdhejê re aciz dike. Ev aciziya wê renge xwe dide hemû derdoran. Dewlet dixwaze rojeva erdhejê were jibîrkirin. Ji bo wê jî çi amûr hebe bi kar tîne. Desthilat niha dizanibe dê rojevê biguhere çi ji deste wê were dê bike. Di serî de anî ziman ku ew dê di salekê de pirsgirêkan çareser bikin û hewl da ku hilbijartinan salekê bi paş ve bide. Lê dema dît ku bi vî awayî ne di salekê de di deh salan de jî pirsgirêk çareser nabe careke din vegeriya mijara hilbijartinê. Erdogan anî ziman ku ew ê di dehê adarê de biryara roja hilbijartinê bide û pêvajoya hilbijartinê bidin destpêkirin. Desthilat qet naxwaze behsa hilbijartinê bike.

Desthilatê jî fam kiriye ku dewlet nikare çareseriyê bi tena serê xwe bike. Lê naxwaze ku rewş ji kontrola wê jî derbikeve. Hevalên ku li heremên erdhejê digerin tînin ziman ku li gelek cihan karê dewletê ji aliyê komele û weqfan ve tê birêvebirin. Li cihên ku şaredarî di deste AKP-MHP’ê de ne alîkarî hemû ji aliyê weqf û saziyên nêzî desthilatê ve tê belavkirin.

Berdevkê serokomar Îbrahîm Kalin jî beriya niha hevkarên dewletê yên di qadê de eşkere kiribûn. Di lîsteya ku bi hezaran sazî tê de hebûn de navên ÎHH, Weqfa Ensar, Turgev, Komeleya Îsmaîlaga, Ocaxa Ulkucuyan û hwd derbas dibûn. Dewlet bi hişmendiya sunîtî û tirkîtiyê nêzîkî mexdurên erdhejê dibe. Ji aliyekî ve pêşiya alîkariyan digire, dest datîne ser navendên koordînasyonên krîzê yên kurd û sosyalîstan ji aliyekî ve jî derfetên dewletê hemûyan dideber deste van saziyan. Bi riya van saziyan dixwaze bertekên li hemberî dewlet û desthilatê nerm bike û bertekan ji holê rake. Dizane ku yekeyek desthilat û dewlet nikare çareseriyê pêk bîne vê carê bi riya hişmendiya sunîtî û tirkîtiyê dixwaze bide jibîrkirin.

Di nav saziyên ku Kalin dibêje em bi hev re dixebitin de yek saziya demokrat tune ye. Jixwe gelek ji van saziyan bi kiryarên kirêt têne zanîn. Mesele Weqfa Ensar bi dehan caran bi bûyerên tecawizê kete rojevê. ÎHH saziya sereke ya ku di qada navnetewî de ji DÎAŞ’ê re dixebitî bû. Hem alîkariya madî kom dikir hem jî karê veguhestina çeteyan dikir. Turgev bûye saziya malbata Erdogan. Ocaxên Ulkucuyan li her derê li hemberî sosyalîstan, li hemberî netew û baweriyên cuda êrîşên terorîst li dar dixe. Çi kesê ku kiryarê bûyereke qirêj be bi awayekî têkiliya wan û vê saziyê bi hev re derdikeve holê. Ji kujerê Hirant Dînk bîgire heya kujerê Denîz Poyraz hemû riya wan bi vê saziyê ketiye. Komeleya Îsmaîlaga her roj bi kiryarên skandal ên şêxên girêdayî komeleyê dikeve rojevê. Niha jî dewletê peywira alîkarî û dermankirina êş û elemên erdhejê daye van saziyan.

Di êşeke ewqas mezin de jî dewlet nîjadperestî û mezhebperestiyê dike. Lê ev rewş nakeve rojeva welat. Çapemeniya tirk li hemberî vê rewşê ker, lal û kor e. Mixabin çapemeniya muxalîf û çepgir jî vê rewşê zêde naxe rojev. Hemû derdor dixwazin xebata ku dikin nîşan bidin. Baş e bila xebata xwe nîşan bidin lê divê tenê bi cihekî re sînor neminin. Ez nabêjim bila kes alîkariyê jî neke. Lê di alîkariyê de cihêkarî heye. Li herema erdhejê ji aliyekî ve polîtîkaya guhertina demografîk tê meşandin ji aliyekî ve jî civaka mayî zêdetir tê perçekirin.

Tirkiye ber bi hilbijartineke girîng ve diçe. Pirsgirêka sereke ya Tirkiyê pirsgirêka kurd e. Mezinbûna êşên erdhejê jî bi vê ve eleqedar e. Lewma pêwîst e di hilbijartinê de yek ji rojevên sereke herema erdhejê be. Sed sal berê hişmendiya mezhebperest û nîjadperest li civak perçe kir. Dewlet li ser nakokiyên netew û baweriyan mezin kirin. Lê ew dewleta ku li ser nakokiyan mezin bû îro bû sedema komkujiyeke din. Heke em partiyên siyasî û saziyên civakî baldar tevnegerin dê ev nakokî li ser êşên erdhejê kurtir bibin.

Di kêliyên destpêkê de beyî ku li netew û baweriya civakê were nihêrtin derdorên sosyalîst û çepgiran, tevgera azadiya kurd bi hemû pêkhateyên xwe bi hawara gel ve çûn. Ev pir girîng bû. Civakê yekeyek ev derdor nas kirin. Berê dewletê ew didan nasandin. Ew derdorên ku di çavê civakê de wekî ‘terorîst’ hatibûn pênasekirin bi hewara gel ve çûn. Ev baş bû. Lê têrê nake. Zemîna ku bi civakê re temaseke berfireh were danîn heye. Heke ev zemîn baş were nirxandin dikare bibe zemîna avakirina jiyaneke wekhev û azad.

Erdhejê eşkere raxist ber çava ku dewleta navendî ne çareserî ye. Pratîzekirina paradigmaya cîvaka derveyî dewletê niha ji her demê pêkantir e.