Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî bi wesîleya 35’emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê li ser Twitterê peyamek parve kir.
Sudanî got: “Xizmetkirina ji bajarên zilm lê hatine kirin re karên destpêkê yên hikûmeta me ne. Îro yek ji tawanên herî qirêj ên mirovahiyê li bîra me tê ku ew jî karesata Helebceyê ya ku ji aliyê rejîma dîkdator a hatî ruxandin ve pêk hatiye.”
Sudanî di dewama peyama xwe de dibêje: “Dubare dikim, biryara me ya li desteya wezîran a ji bo dengdan li ser reşnivîsa yasaya parêzgehbûna Helebceyê, beriya her tiştî erkeke exlaqî ye.”
Hêjayî bibîrxistinê ye her çiqas di sala 1999’an de Parlementoya Herêma Kurdistanê yasaya bi parêzgehbûna Helebceyê derxist lê di sala 2013’an de hikumeta Herêmê bi fermî Helebce weke parêzgeh pejirand. Di 14’ê adara 2023’yan de jî hikumeta Iraqê proje yasaya parêzgehbûna Helebceyê erê kir û ji bo pejirandinê ji Parlementoya Iraqê re şand.