27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Rejîma Îranê li ber hilweşînê ye’

Rojnameger Alî Sobatî diyar kir ku piştî ku şerîat hat îlankirin carapêşîn e ku rejîma Îranê li ber hilweşînê ye û got ku kevneşopiyeke nû ya berxwedanê derketiye holê.

Jîna Emînî, di 16’ê Îlona 2022’yan de di binçavan de ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin. Piştî qetilkirina Jîna Emîniyê, çalakiyên protestokirinê dest pê kiribû. Çalakiyên hatibûn destpêkirin 8 meh in didomin. Her wiha di 5 mehên dawî de jî herî kêm 200 kes ji aliyê rejîmê ve hatine bidarvekirin. Ji ber vê, gelek malbat di serî de li Tahranê li gelek bajaran li ber girtîgehan û avahiyên darazê çalakiyan li dar dixin.

Rojnamevan Alî Sobatî geşedanên dawî yên li Îranê û pêkanînên rejîmê nirxandin, ji Ajansa  Mezopotamyayê Berîvan Kûtlûragihand.

Sobatî bi lêv kir ku herî zêde kurd, belûc û ereb tên bidarvekirin û wiha got: “Protesto ji roja pêşîn heya niha li Zahîdanê didomin. Sedema vê jî, piraniya kesên li vir sunî ne. Zahîdan, her sibeha înê piştî duayan li hemberî rejîmê vediguhere cihê protestoyeke bêeman.”

Herî zêde kurd û ereb tên bidarvekirin

Sobatî anî ziman ku kurd û ereb ji aliyê rejîmê ve tên vederkirin û wiha berdewam kir: “Wekî ku ji gelek mirovên tên girtin, tên revandin, tên bidarvekirin jî tê fêmkirin, ev der di nava herêmên herî nearam û yên dibin cihên protestoyan de cih digirin. Li vir gelek mirov bi îşkenceyeke dijwar hatin kuştin.”

Pıştî raperîna Jîna Emînî bidarcekirin zêde bûn

Sobatî destnîşan kir ku piştî qetilkirina Jîna Emîniyê bidarvekirina mirovan zêde bûye û ev tişt bilêvkirin: “Piştî ku tevgera Jînayê hem li nava welêt hem jî li derveyî welêt berbelav bû rejîmê înfaz zêde kirin. Hindik mabû kontrola Javanrud, Mahabad, Paveh, Seqiz, Senendej û herêmên din ku navendên berxwedana kurd bûn ji dest rejîmê derketa. Rejîm, ji bo van bajaran car din bi dest bixe, bi awayekî fiîlî serî li cebxaneya leşkerî da. Li hemberî gelê herêmê êrişine dijwar da destpêkirin. Gelek berxwedêr bi giranî birîndar bûn. Gelek kes mirin.”

Rejîm nikare xwe li ser piyan bisekine

Sobatî diyar kir ku piştî îlankirina şerîatê cara pêşîn e ku rejîm li ber hilweşînê ye û wiha domand: “Li gelek deverên bajêr navendên polîsên Besîgê, mizgeft û qereqolên polîsan bi şev hedef hatin girtin. Xwepêşandan û berxwedanên siyasî yên bi vî rengî çêbûn. Bi van çalakiyan re mekanîzmaya çewisandinê ya rejîmê derb xwar. Ji ber vê neçariya xwe serî li qaşo dadgehan da û bi mikurhatina bi darê zorê û înfazazan dixwaze tirsê belav bike.”

Kevneşopiya berxwedanê ya nû

Sobatî bi lêv kir ku li Îranê çalakiyên li dijî darvekirinê didomin û wiha pê de çû: “Çalakvanên ji rê zê jî tim li ber girtîgehan kom dibin û înfazên plankirî protesto dikin. Ev bi rastî jî kevneşopiyeke berxwedanê ya nû ye. Gava çalakiyeke din çêbibe, serdana van malbatan tê kirin û serdana gorên kesên ku hatine bidarvekirin tê kirin. Îran bi tena serê xwe li ber xwe dide. Bi ya min eger tevgera Jîna Emîniyê bi ser nekeve, dê rojên dijwartir û tarîtir li benda me bin. Dewletên din tevkarî kirin ku rewşa li Îranê xirabtir bibe û yên têkoşer bi tenê man.”

Her wiha Sobatî bal kişand ser têkiliya di navbera Tirkiye û Îranê de jî. Sobatî destnîşan kir ku Tirkiye şirîkê sûcên Îranê ye û got ku divê gelên Tirkiyeyê vê şirîkantiya wan bi awayekî çalak şermezar bikin. Sobatî bi lêv kir ku leşkerên biheq ên Îranê bi rihetî diçin Tirkiyeyê û tên û got: “Penaberên îranî yên li Tirkiyeyê dikujin, direvînin, dest davêjin wan, gefan li wan dixwin û wan didin ber lêpirsînê. Ev yek, tenê rewşa penaberên îranî ber bi xetereyê ve nabe, di heman demê de ewlehiya mirovan jî ber bi xetereyê ve dibe. Ev yek jî nîşan dide ku di navbera îstixbaratên her du welatan de pêwendiyeke dejenerebûyî heye.”