10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê projeya qeyûmê Sûr a Amedê red kir

Şaredariya Sûrê ya qeyûm tayînî wê hatiye kirin, xwest di çarçoveya projeya "Herêma Plansaziya Rêya Farqînê" de hin cihan têxe ber îmarê. Lê der barê projeyê de biryara "ne li gorî mewzûata îmarê, rêgez û esasên plansaziyê û rêgezên bajarsaziyê ye" hate dayîn.

Li gorî nûçeya nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê Azad Altay “Meclisa Şaredariyê” ya Sûrê ya qeyûm tayînî wê hatiye kirin, di 5’ê gulana 2022’yan de di bin navê “Herêma Plansaziya Rêya Farqînê” planeke îmarê çêkir. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya qeyûm tayînî wê hatiye kirin jî, projeyê di 17’ê gulanê de pesend kir.

Odeya Plansazên Bajêr a TMMOB a Amedê jî bi hinceta ku plana navbirî li dijî hiqûqê ye, serî li 1’emîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê da. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku nifûs şaş hatiye hesabkirin, di warê teknîkî de kêmasî hene, qadên diyarkirî qadên qedexekirî yên jeolojîk in û ev ne li gor standardên Pêveka 2’yemîn a Rêziknameya Planên Cihwarî ne. Odeyê xwest ku projeya navborî bê betalkirin.

Lê şaredariyên qeyûm tayînî wan hatine kirin, di parastina xwe de plana îmarê parastin. Şaredariyan derpêş kir ku daneyên jeolojîk esas hatine girtin û proje li gor zanistê hatiye çêkirin û proje li gor rêgezên bajarsaziyê yên gerdûnî ye.

Dadgehê, biryar da ku proje bê betalkirin. Di biryara dadgehê de îşaret bi vekolîna pêzaniyê ya der barê planê de hat kirin. Dadgehê got: “Proje ne li gor mewzûata îmarê, rêgez û esasên plansaziyê û rêgezên bajarsaziyê ye.”