18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîma Îranê li hember serhildanên gel tengav bûye

Li gorî raporeke malpera Foreign Policy hêzên ewlekariya Îranê di 30’ê îlonê de li bajarê Zehdan yê ku bûbû navendeke serhildanên gel, komkujiyek kiriye. Hêzên ewlekariyê di wê rojê de bi cilên gelêrî yên belûçan li nêzî camiyekê bicih bûne û dema xelk piştî limêja înê ji camiyê derketine ew gulebaran kirine û di encamê de 80 kes hatine kuştin.

Hêjayî gotinê ye ku xwepêşandan û nerazîbûnên gelê Îranê ne yê yekemîn in li dijî rejîma Îranê. Ev xwepêşandanên ku ji 17’ê îlonê de ji bo nerazîbûna li dijî kuştina Jîna Emînî dest pê kirin di demeke kurt de veguherîn serhildanên mezin û li seranserê Îranê belav bûn.

Tevî tundiya zêde ya hêzên ewlkariyê, girtin û kuştina serhildêran, rejîma Îranê vê carê nikaribû pêşî nerazîbûnan bigire û li şûna bikaranîna hişmendiya ‘metirsiya parçebûna welat’ vê carê bêtir serhildêran wekî xayin û kesên bi hêzên derve ve girêdayî binav dike.

Tiştê balkêş di van serhildanên gel ên niha de tevlêbûna xurt a kêmarên din ên ku li Îranê dijîn e û bi tevlêbûna hemû çînên civakê pêk tê, ji xwedekar û karkeran bigire heta bi karmendan. Ji dibistan û zanîngehan heta bi sûkên bazaran, ji taxên feqîran heta bi taxên zengînan her kes êdî tevli van serhildanan dibe.

Kêmar an jî kêmnetewên ku li Îranê dijîn û bi taybetî kurd, azerî û belûç di van serhildanan de roleke mezin hebû û di van serhildanên dawî de ne tenê kurd gelek ereb, azerî û belûç jî hatin kuştin û girtin.

Lewre jî niha rejîma Îranê di wî warî de ji hemû xwepêşandan, nerazîbûn û serhildanên berê bêtir bêzar û tengav bûye.