4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Saziyên kurdî wê sibê Cegerxwîn bi bîr bînin

Sazî û rêxistinên zimanê kurdî, wê sibê helbestvanê kurd Cegerxwîn li Amedê bi bernameyekê bi bîr bînin û kesên ku ked didine zimanê kurdî xelat bikin.

Helbestkarê kurd Cegerxwîn di sala 1903’an de li gundê Hesarê yê navçeya Kercewsê ya Êlihê ji dayik bûye û di sala 1984’an de jî jiyana xwe ji dest daye. Cegerxwîn, kedeke mezin daye zimanê kurdî û bi zimanê kurdî bi hezaran helbest nivîsandiye.

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Wêjekarên Kurd, Kovara Destar û Enstûtiya Kurdî ya Amed, bi munasebeta 38’emîn salvegera mirina wî wê sibê Cegerxwîn li Eywana Dewetê ya Ayaz Elegance ya li navçeya Peyasê ya Amedê bi bernameyekê bi bîr bînin.

Di bernameya bîranînê de wê der barê jiyana Cegerxwîn de sînevîzyonek bê nîşandan, helbestên kurdî bên xwendin û xelat ji bo kesên ku ked dane ziman û wêjeya kurdî  bên dayîn. AMED