21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Rejîma Şamê hewl dide îstiqrara herêmê têk bibe’

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê diyar kir ku hikumeta Şamê ji berê de û heta niha hewl dide bi rêya derbaskirina komên girêdayî xwe ji herêmê re, ewlehî û îstiqrara herêmê têk bibe

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê têkildarî geşdanên li Dêrazorê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Wek her tim rejîma Şamê hewl dide bi rêya şerê taybet di bin diruşmeyên neteweyî û etnîkî de derbeyê li ewlehî û îstiqrarê bide û parçebûnê bixe navbera rêveberiyê û gel. Îro jî bi rêya derbaskirina komên girêdayî xwe di koorîdorên ne rewa re hewl dide ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibe, da ku pêkanîna erkên exlaqî yên hêzên me li beramberî gelê herêmê û mayîndekirina ewlehiyê li herêmê, asteng bike.”

Em soza xwe ji gelên xwe re dubare dikin ku em ê erkên xwe pêk bînin. Heman demê em diyar dikin ku dê ev hewldan jî dê mîna yên beriya xwe bin bikeve. Em baweriya xwe ji gel, resenî û nîştimaperweriya eşîrên xwe digirin.

Em bang li tevahî gel dikin ku di asta berpirsiyariya dîrok’ de tevbigerin, berjewendiya nîştimanî di ser her tiştî re bigirin, destkeftiyên şoreşê biparêzin. Em ji her demê zêdetir nêzî welatekî azad û demokratîk in.”