spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komên çete êrîşî gundewarên Minbicê kirin

Di êrîşên çeteyên girêdayî dewleta tirk ên li ser gundewarên Minbicê de 4 zarok şehîd bûn. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrîşan dide.

Çeteyên girêdayî dewleta tirk îro di saet 06.00’an de bi riya bejahî êrîşî gundewarên li bakur-rojavayê Minbicê kirin.

Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî bersiva êrîşan da û li gundê Ewn Dadat êrîş têk birin.

Li gundên Muhsenlî, Ereb Hesenû, Um Cilûd, Seyade û Dendeniyê jî pevçûn didomin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên leşkerî di êrîşên destpêkê yên li ser gundê Mihsenlî yê li bakûr-rojavayê Minbicê de 4 zarok şehîd bûn.

Hêjayî gotinê ye ku di demekê de Hêzên Sûriya Demokratîk operasyona xwe ya li Dêrazorê li dijî çete û şaneyên veşartî berdewam dike, komên çekdar li deverên girêdayî dewleta tirk êrîşî herêmên Xweseriya Demokratîk dikin.