28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kaya: Pergal armanc dike kurdan terorîze bike

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Adalet Kaya, têkildarî îşkenceya li gundiyê Bameydanê ya Hêlîna anî ziman ku medya pergalê îşkenceyê rewa dike û kurdan wekî dijmin nîşan didin

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Adalet Kaya diyar kir ku di encama êrîşên binçavkirina malbatan de derûniya zarokê 10 salî xerabûye û dê baro, OHD û ÎHD’a Amedê bibin şopdarên bûyerê.

Li mezraya Bameydanê ya gundê Hêlîna navçeya Farqîna Amedê leşkeran di 26’ê tebaxê de êrîşê konên koçeran kirin. Leşkeran agir berdabû konê koçeran û 3 endamên HPG’ê jiyanan xwe ji dest dabûn. 5 koçer bi îşkenceyê hatin binçavkirin û 3 kes ji wan hatin girtin. Di encama êrîşê de derûniya zarokek 10 salî xera bû. Baro Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Amedê diyar kirin ku ew ê bibin şopdarên vê bûyerê û dê roperekê parve bikin. Parlementera Partiya Çepên Kesk a Amedê Adalet Kaya der barê bûyeran de nirxandin kir.

Adalet Kaya da zanîn ku piştî îşkenceya li malbatê hatiye kirin derûniya zarokê 10 salî xira bûye û got: “Ji malbatê 5 kes hatin binçavkirin. Tenê zarokek 10 salî hat berdan. Derûniya zarok pir xerabûye. Îşkenceya ku li malbatê hatiye kirin, bandoreke mezin li derûniya zarok kiriye. Li cihê bûyerê du kon hebûn. Yek jê ji xwe re cihê stargehê dabûn avakirin. Ya dinê jî ji bo pez çêkiribûn. Agir berdan herdu konan û şewitandin. Li gorî çavdêriyên me, delil tune. Hin kes dibêjin li wir bi sîhayê êrîş kirin e, hinek jî dibêjin şerê çekdarî pêş ketiye.”

Medya hawiz îşkenceyê rewa dikin

Kaya helwesta medya pergalê rexne kir û wiha axivî. “Medyaya pergalê li gora xwe dibêjin di şer de 3 PKK’yî hatine kuştin. Dîmenên ku di medyayê de parve dikin jî yên îşkenceya malbatan e. Li gorî hiqûqa navneteweyî ev bûyer sûc e. Ji ber ku ew qad qada cihê çêrandina ajalan e. Eger sivîl bin ango gerîla bin tu cudatî tune ye. Cihê ku ne cihê şer be dibê ew cih neyê şewitandin.”

Kurdan wekî dijmin dibînin

Kaya herî dawî bal kişand ser helwesta dewletê û got: “Heta ku malbat îfadeya xwe bidin dê rewş bê fêmkirin. Di vir de dewleta tirk careke din dijminatiya xwe ya li dijî kurdan dubare kir. Dixwazin rêbaza dijminatiya xwe ya li dijî kurdan biguherînin. Ev tişta ku hat jiyîn di salên 1990’î de jî dihatin jiyîn. Wê demê jî ji kurdan re digotin ‘terorîst’ û wan wekî dijmin didîtin. Armanc ew e ku kurdan terorîze bikin. Der barê van bûyerên ku hatine jiyîn de  Baro, OHD û ÎHD’a Amedê ew ê bi hev re raporekê bidin weşandin. Lewre malbatê jî serî li ÎHD’ê daye. Der barê bûyerê de jî min pirsan jî porlementoyê kir, em li benda encaman e.”