4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şer qir dike aştî jîn dike

Di dîrokê de du armancên şer hene. Armancek ji bo desthilatdarî û serweriya mirov û xwezayê ye. Ev bi xwe re kuştin û qirkirinê tîne. Armancek jî ji bo parastina mafê jiyanê ye. Ev şerekî rewa û jiyanî ye

Di dîroka mirovahiyê de têgeha şer; piştî feraseta mêrê serdest pêş ket û jiyana komînal xera bû, her wiha berjewendiyên tekakesî derketin holê û bi pêş ket. Piştî parvekirin ji holê rabû, çavnebarî, hesûdî, bexîlî, ezezîtî pêş ket. Vê yekê bi xwe re şerê navxweyî û derve pêş xist. Bi pêşketina şer re kuştin zêde bû. Her ku kuştin zêde bû şer jî dijwar bû. Binpêkirin, înkar, talankirin û wêrankirin zêde bû. Beriya şer jiyana hevpar û komînal hebû. Civak di nava aştî û aramiyê de dijiya. Aştî û aramiyê jiyan geş û xweş dikir. Lê piştî şer pêş ket, bi xwe re kuştin jî zêde kir. Ji avabûna dewleta Sumeran heta niha zêdeyî 5 hezar sal in di navbera hêzên dewletan de şerê dijwar rû didin. Di van şerê navbera dewletan de bi sedmilyonan mirov hatine kuştin. Bi sed milyaran mirov birîndar bûn. Bi sed milyonan mirov ji cih û warên xwe koç bûn. Tenê di şerê 1’emîn ê cîhanê de 17 milyon mirov hatin kuştin. Di 2’yemîn şerê cîhanê de jî zêdeyî 60 hezar mirov hatin kuştin. Di sed salên dawî de di şerê li Angola, Chiapas, Keşmir, Kolombiya, Magrip, Meksika, Nagaland, Kurdistan, Afganistan, Îsraîl-Filîstîn, Rûsya-Ukrayna û welatên din de bi sed hezaran mirov hatin kuştin. Bi sedan gorên komî li pey xwe hiştin. Ji ser û laşên mirovan beden hatin avakirin.

Li ser kevirê gora Auguste Comte “Mirovên mirî-kuştî ji mirovên zindî bêtir in” nivîsandiye. Ev nîşanî me dide ku gelek mirov di şer de hatine kuştin. Li gel ku di şer de ew qas mirov tên kuştin, ew qas êş û janên giran tên kişandin jî dîsa mirov dest ji şer bernade. Her ku şer dikin, bêtir dixwazin qira hev bînin. Her ku şer pêş dikeve, mirov bêtir jiyanê li hev teng dikin. Hevdû bênefes dihêlin. Lê dijberî vê yekê çiqas aştî pêş dikeve, ew qas rê li pêş jiyanê tê vekirin. Ew qas rê li pêş aramî, demokrasî û parastina mafên mirovan tê vekirin. Bi aştiyê re jiyan ji bo hemû mirovan xweş û geş dibe. Ji bo hovîtî û wêraniya şer bê dîtin, dîrok ji bo mirovahiyê nîşangehek gerdûnî ye.

Di ayeta 190’î a Bakarayê de ji bo şer wiha tê gotin: “Yên ku bi were şer dikin hûn jî di rêya heq de şer bikin. Lê rêgezên heqîqetê binpê nekin. Ji ber ku yên hedê xwe derbas dikin li dijî heqîqetê ne.”

Shakespare şer û pevçûnê wiha pênase dike: “Şer têkoşîna kesên baş a li dijî nebaşan e.” Li gorî Clausewitz şer berdewamkirina polîtîkayê ya bi amûrên cudatir e.

Îbnî Haldun jî der barê şer de wiha dibêje: “Piştî xweda mirov afirand û qewm li ser rûyê erdê belav bûn şer û kuştin jî pêş ket.” Çar sedemên şer hene. Şer bi hesta tolhildan, hesta dijminantiyê û fikra xizmeta bawerî û xweda pêş dikeve. Sedemek din jî dewlet û hikûmet ji ber ku kes û civakên li hemberî wan serî natewînin û xulamtiyê nakin şer pêş dixe.

Lê dema mirov li geşedanên dîrokê dinere gelek sedem û cureyên şer hene. Wekî şerê akustik, amfibik, asimetrik, barûd, biyolojîk, kîmyewî, bawerî, şerê bêpergal, aborî, dagirkerî, nijadî, gerîla, şerê gel, hewayî, bejayî, bahrê, konvansiyonel partizan, derûnî, civakî, aborî, parastin, şerê sar û germ û hwd.

Armanca şer ji bo nasnameyê, ji bo axê, ji bo mafê jiyanê, ji bo parastinê, ji bo dagirkirin, talankirin, wêrankirinê, ji bo serweriyê heye. Îro şer bêtir bi teknîkê  tê kirin. Wekî berê şerê sîng bi sîng nayê kirin. Êdî wekî berê tenê qada şer û saeta şer tune. Şer li her derê û her demê hatiye belavkirin.

Peymanên aştiyê

Piştî şerê navbera dewlet û împaratoriyan gur û geş bû, zêde mirov hatin kuştin. Ji bo dawî li van kuştinan bê, dewletan êdî di nava hevde peymanên aştiyê îmze kirin. Di dîroka cîhanê de yekemîn peymana aştiyê ya navdewletî; Peymana Aştiyê ya Kadeşê ye. Peymana Kadeşê di navbera împaratoriya Hîtît û Misirê de pêk hat. Beriya Zayînê di sala 1274’an de Firavunê Misirê II. Ramses û Qiralê Hititê II. Muvattallî de pêk hat.

Ocalan her tem aştî xwest

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo azadiya gel şer pêwist dibîne. Di navbera salên 1993-1998’an de ji bo şer bi dawî bibe 3 caran yek alî agirbest îlan kir. Xwest li şûna rêbazên leşkerî, bi rêbazên diyalog, siyaset û aştiyê pirsgirêkê çareser bike. Her cara ku Ocalan destê aştiyê dirêjî hikûmetên Tirkiyeyê kir, bi tundî û şer hat bersivandin. Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ku di şertê tecrîdê de tê girtin dîsa hewldanên xwe yên ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane berdewam dike. Di 1’ê Îlona 1999’an de cara çaremîn ket nava hewldanê aştiyê û şervanên PKK’ê derxistin dervê sînorê Bakur. Ji bo şer bi dawî bibe û aştiyek mayînde pêk bê bang li PKK’ê kir. Li ser vê yekê Rêveberiya Navendî ji Qendîl-Mexmûrê û ji Ewropayê li ser banga Ocalan du “Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê” şandin Tirkiyeyê. Lê dewleta tirk endamên koma aştiyê şandin girtîgehan. Lê dîsa koma duyemîn ji Ewropayê hat û endamên wê hatin girtin.

 Şerê aştiyê dide 

Ocalan di hevdîtinek xwe de gotibû: ‘Ez 24 saetan şerê aştiyê didim. Şerê aştiyê naşibe şerê derve. Şerê aştiyê ji şerê derve zahmettir e.’  Ocalan di 20’ê çileya 2000’an de “projeya aştiyê” danî pêş hikûmeta DSP-MHP-ANAP’ê. Di 4’ê mijdara 2000’î de “Plana Çalakiya Lezgîn a ji bo Aştî û Demokrasiyê” û di 19’ê hezîrana 2001’an de “Danezana Daxwazên Lezgîn” danî pêş hikûmetê. Lê dewletê hemû hewldanên Ocalan bê bersiv hişt.

Her roj aştî

Du armancên şer hene. Armancek şer ji bo dagirkerî, serwerî, desthilatdarî û zordariyê pêş bixin. Armanca duyemîn jî ji bo parastina nasname, çand, nirxên civakî û parastina hebûna jiyanê ye. Armanca duyemîn a şer dikeve çarçoveya parastina rewa. Lê armanca sereke dikeve çarçoveya neheqî, kedxwarî û înkarê. Armanca ewil ji bo tunekirin û talankirinê ye. Armanca duyemîn jî ji bo hebûn û parastina jiyanê ye.

Şer di nava dewlet, îktîdar, qral, împarator û eniyên cuda de pêk tên. Bi taybetî hêzên desthilatê ji bo bawerî, nijad, nasname û siyaseta xwe li ser hêza din bide qebûlkirin, şer pêş dixe. Bi taybetî hêzên cuda ku hev qebûl nakin û înkara hev dikin, her tim di nava şer de ne. Lê dîrokê nîşanî me daye ku dema hêz û nasnameyên cuda hevdû qebûl dikin û hurmetê nîşanî nirxên hev didin, tê dîtin ku bi hezarên salan bi hev re jiyane û hêz dane hev. Her dem hev parastine.

1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ye. Di 1’ê Îlona 1939’an de artêşa Hîtler a Almanyayê Polonyayê dagir kir û şerê duyemîn ê cîhanê de ku bû sedema mirina 50 milyon mirovan dest pê kir. Ev roj, li hemû cîhanê weke “Roja Aştî ya Cîhanê” tê pîrozkirin. Di vê rojê de herkesê aştîxwaz bendewariyên xwe yên aştiyê tînin ziman. Di 1ê Îlonê sala 1939’an de Naziyan di bin fermandariya Adolf Hitler de, bi dagirkirina Polonyayê Şerê Cîhanê yê Duyêm da destpêkirin. Di Şerê Cîhanê yê duyêm de 7 milyon kes di kampên mirinê de bi tevahî 50 milyon mirov jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê bûyerê 1’ê Îlonê wekî roja aştiyê îlan kirin. Lê aştî tenê bi rojekê sînordar dimîne.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê