3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkeran Çamilî dorpêç kir: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

Leşkeran şeva 31'ê tebaxê gundê Çamilî yê navçeya Qelqeliya Wanê dorpêç kir û şer derket. Di dîmenan de tê xuyakirin ku şerekî dijwar heye

Di êvara 31’ê tebaxê de leşkeran bi ser gundê Çamilî yê Wanê de girtin. Piştî serdegirtina gund şer derket û dengê çekên giran li derdorê belav bû. Li gorî agahiyan gund hêj di dorpêçê de ye û agahî ji endamê malbata Kiliççeken nayên girtin.

Têkildarî bûyerê welatî Yusuf Kiliççeken ku li Stenbolê dijî, diyar kir ku ew ji endamên malbata xwe ya gundê Çamilî yê navçeya Qelqeliya Wanê agahî nagire. Yusuf Kiliççeken, agahî ji OHD’ê ya Wanê xwest û wiha got. “Ez li Stenbolê dijîm. Ez agahî ji xizmên xwe yên gund Omer Kiliççeken, Şerîfe Kiliççeken, Samî Kiliççeken, Songul Kiliççeken, Esma Kiliççeken û zarokên Samî û Songul agahiyan nagirin. Li gorî min agahî ji gundiyan girt, leşkeran girtin ser gund. Bi çekên giran û helîkopteran êrîşî xaniyê mamê min ê vala kirin. Gund di dorpêçê de ye. Ji ber ewlehî û tenduristiya malbata min ez alîkariyê ji we dixwazim.”

Heyet çû gund

Piştî dorpêça gund heyeta ku ji parlamenterên Partiya Çenên Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyigit, Sînan Çitfyurek,  Mahmut Dîndar û Zulkuf Uçar, rêveberên HDP, OHD, ÎHD û Baroya Wanê pêk dihat çûn gund. Heyeta ku xwest biçin gund, leşkeran nehişt ku heyet derbasî nava gund bibin. Li gorî agahiyan dorpêçê heta nivê şevê berdewam kir û di şer de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 gundî jî hatin binçavkirin. Leşkeran gundî Omer Kiliççeken û kurê wî Samî Kiliççeken binçav kirin û birin Qereqola Cendirmeyan a Qelqeliyê.

Heyetê ku demek dirêj li dervê gund rawestiyan piştre vegeriyan Wanê.