27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîma Sûriyeyê buhayê sotemeniyê zêde kir

Wezareta Karên Bazirganiya Hundir a rejîma Sûriyeyê  bihayê sotemeniyê zêde kir. Li gorî ajansa dewletê SANA li gorî daxuyaniya Wezareta bazirganiya Hundir buhaye lîtreya Benzînê bû 3 hezar lîreyên Sûrî. Her wiha buhayê mazotê jî bû 700 lîreyên sûrî. Li gorî daxuyaniyê êdî şirketa sotemeniyê ev buhayê nû bi hemû ofîsên petrolê  û firinan re parvekiriye û divê her kes li gorî buhayê nû tevbigere.

Hêjayî gotinê ye ku beriya çend rojan raporek der barê tunebûna sotemeniyê hatibû belavkirin û li gorî wê raporê li Şamê zêdeyî ji sedî 40 ji firinan deriyê xwe girtibûn û krîzeke mezin a peydakirina nan derketibû holê.