6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Mêrsînê polîsan 9 kesan binçav kir

Hevserokên HDP’ê yên navçeyên Akdenîz û Toroslarê jî di nav de polîsan 9 kesan binçav kirin.

Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mersînê ve hatiye destpêkirin de polîsan li Mersînê bi ser malan de girt. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan hevserokên HDP’ê yên navçeyên Akdenîz û Toroslarê û rêveberên berê jî di nav de 9 kesan bi angaşta “propagandaya rêxistinê” binçav kirin.

Li gorî agahiyên hatin wergirtin der barê 12 kesan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn.

Kesên ku hatine binçavkirin navê wan wiha ne; endama Meclîsa Şaredariya Toroslarê yê CHP’ê H.B, Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Akdenîzê N.E, Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Toroslarê Î.D, Rêveberên HDP’ê yên navçeyê G.B, S.M, Z.A û M.H, S.O û F.A.

Ji ber ku rêveberê HDP’ê ya Mersînê E.A, rêveberê navçeya Akdenîzê E.E û rêveberê navçeya Toroslarê H.B di navnîşanên xwe de nehatin dîtin nehatin binçavkirin.