4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Reşbeleka romana Mehmet Dîcle

Dildar Şaxî

Nivîskar wê derfetê nade tu karakterên din; hemû bi awayekî ji rêzê têne vegotin. Em nikarin bi wan re bimeşin an jî bi wan re dinyayê bibînin.

Nivîskar Mehmet Dîcle, piştî çapkirina çîrokên serkeftî, dest bi nivîsandina romanekê kiribû. Beriya demekê romana wî ya yekem a bi navê “Berfa Sor” ji weşanxaneya Zîzê der çû. Ev roman, wek tema, qala salên nodî dike. Ev tişt ji hin diyalogên romanê û ji mijara romanê ya sereke diyar dibe. Wekî mînak:

“Filîtê MÎT kuştin! Wî bi dîregê ber quleteynê ve daleqandine”

“Pere hebû di devê wî de” got Aram.

Her çi qasî nivîskar mekana romana xwe diyar nekiribe jî, li gorî erdnîgariyê em fehm dikin ku mekan derdora Geliyê Godernê ye. Jixwe di romanê de çend caran navê Geliyê Godernê jî derbas dibe.

Ev yek tenê ne ji erdnîgariyê an ji naverokê diyar dibe, her wiha ji zimanê devokî yê karakterên romanê jî diyar dibe. Wek Mînak di romanê de diyalogên wiha diborin:

“We wî rebenê zî nezewicand” (r.107)

“Ji ma rast bêje” (r. 87)

Ev mînakên li jor derdîxîn holê ku herêm nêzî Geliyê Godernê ye.

Nivîskar di romanê de xwestiye ku vegotineke taybet ava bike, ev yek diyar e. Lê li ser navê “vegotina taybet”, zimanekî wekî ku Ergîn Opengîn jî di tehlîla xwe de pênase dike, derxistiye holê. Ergîn Opengîn li ser romana “Otobûs” a Yunus Eroglu û hin deqên din ên edebî û rojnamevaniyê tesbîteke wiha dike:

“Di asta hevoksaziyê de bînyad û îmkanên zimanê tirkî gellek caran bi rengekî mekanîk ê kopîkirine dikevine nav dariştina hevok û rabêja berhemên kurdî. Heta ku xwînerên wan berheman tabi’e zimanê tirkî bin ji bo têgihiştina zimanê wan.” (Tîr û Armanc, amadekar: Remezan Alan & Ergîn Opengîn (2014), Weşanxaneya Peywendê, r. 18)

Bi kurtasî, Ergîn Opengîn dibêje ku di hin berhemên kurdî de xwîner ku bi tirkî nizanibin, nikarin zimanê wan berheman fam bikin.

Ev tesbît di romana Mehmet Dîcle de jî gelek caran dubare dibe. Em li mînakên jêrîn binêrin.

“Her du polîsan yek caran ji hev re çav dikirin, bi zorê kenê xwe di bin simbelên xwe yên di qiraxê levên wan re heta çena wan dirêj dibûn de vedişartin.” (r. 97)

“Aram şerm kir, di çaviyên dezgeh de li kevirê xwînê geriya, di nav şûşeyên vala yên kolonyayan, pakêtên jilêtan, sabûn û makîneyên poran ên xirabûyî, di nav mûçinikên zenga salan girtibûn de.” (r.52)

Ev hevok divê bi çend hevokên ji hev cuda bê nivîsandin. Wexta ku em bala xwe didin pêşdaçek û paşdaçekan, em vê yekê bi rehetî dibînin; divê vegotin û teswîrên di navbera wan de ew qasî dirêj nebin da ku fehmkirinê zehmet nekin. Wekî ku ji mînaka jêrê jî eşkere ye, hevok di eslê xwe de ne bi kurdî ye.

“Tenê dengê nehlên qatirekî westiyayî ma di bêdengiya qehwexaneya ku hêdî hêdî tarî dibû de.” (r.52)

“Sadece yorgun bir katırın nallarının sesi kaldı yavaş yavaş kararan kahvehanenin sessizliğinde.”

Lê ev yek divê ji edîtorê pirtûkê Şexo Fîlîk yan jî ji weşanxaneya Zîzê bê pirsîn. Ji ber ku nivîskar mecbur nîn e ku bi rêzimaneke bêqisûr binivîsîne. Lê em wek xwîner zimanekî bêqisûr û îmlayeke rast dixwazin, ji ber ku em naxwazin ku ziman bibe asteng di navbera me û berhemê de.

Em li aliyên din ên romanê binêrin. Mehmet Dîcle di pirtûkên xwe yên çîrokê de welatekî xeyalî yê bi navê Asûsê ava dike. Ev welatê bi navê Asûsê di vê romanê de jî heye û bûyer li wir diqewimin.

Hevpeyvîna xwe ya bi ‘Kurd Araştirmalari’ re kirî, di wê de Mehmet Dîcle dibêje: “Welhasilê kelam, ji bo berhemdayînekê kamilbûn divê, dibe ku tu çend çîrokan bixwînî û kêfa te ji çîrokê re bê lê ev bi tena serê xwe têra nivîsandina çîrokê nake, an helbest û romanê jî. Divê em tu caran ji bîr nekin bi her berhemekê û cureyekê re em derdikevin ser dikeke ku beriya me hemî hunermendên dinyayê derketine wir.” Ka em binêrin gelo “Berfa Sor” bi kijan karakteran derketiye ser vê dikê.

Karakterê romanê yê sereke Aram e û her wiha, kadro ji van kesan pêk tê : keça Aram Binevş, jina Aram Şerbet û hevalên Aram Saloyê Qatircî, Xeloyê Macir, Emînê Çavşûşe, Mehdiyê neviyê Aram û Asyaya bûka Aram. Ev kes wek karakterên cîhana kurdî xuya dikin di romanê de. Ji nav karakterên derveyî cîhana kurdî jî, polîs Alp wek yê herî berbiçav xuya dike. Dema ku me karakter hejmartin, me ew hemû li gorî têkîliyên wan ên bi Aram re pênase kirin. Ji ber ku di romanê de ji xeynî Aram em nikarin karakterekî xurt bibînin.

Nivîskar wê derfetê nade tu karakterên din; hemû bi awayekî ji rêzê têne vegotin. Em nikarin bi wan re bimeşin an jî bi wan re dinyayê bibînin. Karakter wek fîguranan xûya dikin, wek figuranên ku ji kaxizan hatibin çêkirin. Em nikarin ji xeynî Aram tev li jiyana yekî din bibin. Her çi qasî ku Aram bi xwe bi awayekî serkeftî hatibe vegotin jî, ji ber ku kesên cîhana wî pêk tînin xuya nakin, Aram jî piştî demekê êdî winda dibe. Nivîskar behsa karakterekî dike û derbas dibe û bi pey re behsa yekî din dike û ji wî jî derbas dibe. Li kêm tiştan careke din vedigere. Ev yek jî romanê qels dike, kêm dike. Em li bendê ne ku karakterên din jî tevî mijarê bibin, lê wisa nabe û mijar tenê vediguhere vegotina çîrokekê. Mijar bi xwe nameşe ji ber ku karakter nameşin. Helbet ev jî aksiyona romanê dixitimînin û romanê dikin reşbelek. Ev roman reşbelekek e, ji ber ku karakter nehatine temamkirin.

Di romanê de gelek caran em rastî xewnên Aramî tên. Ev xewn aliyên serkeftî yên romanê ne. Dema ku behs ji xewnan tê kirin, xwîner nikarin zû bi zû ferqa di navbera rastî û xewnan de bibînin. Li wan welê tê ku qey Aram şiyar bûye, lê hîna nehatiye ser hîşê xwe. Xwîner jî dikarin vê yekê baş bibînin.

Dîsa di romanê de hin hêmanên realîzma efsûnî hene. Wek nimûne, şûşeyên hêsiran hene ku di dikana Aram de tên firotin. Aram di romanê de xwediyê dikaneke sertiraşiyê (berber) ye. Di dikana wî de vîtrînek heye; ev vîtrîn di nava tozê de maye û ev şûşeyên hêsiran li vir tên parastin. Ber bi dawiya romanê ve, şûşe li navçeyê belav dibin; her roj zarokek tê dikanê û şûşeyeke hêsiran dikire. Di dawiya romanê de şer jî wek şûşeyan belav dibe û her ku şer belav dibe, êş jî belav dibe.

Her çi qasî ku nivîskar xwestibe welatekî efsûnî û xeyalî ava bike jî, ji xeynî vê yekê em rastî tu hêmanên xeyalîbûneke bi vî rengî nayên. Em dikarin bibêjin ku roman jixwe bi realîzma xwe ya xurt derdikeve pêş. Nivîskar laşên miriyên daliqandî, miriyên ku di avê de ne û gelek tiştên din bi realîzmeke hişk teswîr dike û di vê yekê de jî serkeftî ye. Bi kurtasî, em dikarin bibêjin ku Asûs têne wek nav xeyalî ye.

Di romanê de yek ji tiştên ku nivîskar dîtiye, lê nekariye xurt bike, aksiyona romanê ye. Wek mînak, di romanê de em rastî hespekê tên ku bêxwedî ye û li kolanên Asûsê baz dide. Dema ku di romanê de ev hesp xuya dike, êdî ev hesp wek paşxaneya bûyerên romanê derdikeve pêşiya me. Dema ku disekine yan jî baz dide, aksiyonekê ava dike. Lê nivîskar vê yekê jî wek mijara şûşeyan nîvî dihêle; çîroka van her du têgehan kûr nake, nahêle ku xwîner sembolên xurt bi dest bixe. Bivê nevê, ev yek jî romanê dike halê reşbelekekê.