4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cendirme û nokên qelandî

Hîlmî Akyol

Mazûvanê ji cendirmeyan re nokan diqelîne. Ava wan jî di kûz de ye. Ava kûzan jî sar e. Nokê qelandiyê şor jî bi ava sar re werin xwarin pir xweşin.

Li bajarê Mêrdînê cendirme diçin gundê Banqîrê. Ka êdî ji bo çi îşî çûne gund em pê nizanin. Peya çûne li wan dibe derengî li gund dimînin. Aciz bûne dê wê şevê li wir rakevin. Diçin malekê dibin mêvanê wan. Êvarê ji xwediyê malê re dibêjin:

– Ji me re nokan biqelînin.

Mazûvanê wan ji wan re nokan diqelîne. Ava wan jî di kûz de ye. Ava kûzan jî sar e. Nokê qelandiyê şor jî bi ava sar re werin xwarin pir xweşin. Cendirme dikevin ser leganek nokan dixwin û avê vedixwin. Dixwin û avê bi ser de vedixwin. Hingî pir dixwin dinepixin. Nava wan diêşe. Di nava wî de dibe xurxura bayê. Û ba bi ber wan dikeve. Bi dengê bilind tir û tir û tir. Tiran dikin. Hundir bi ser bîna tirên wan dikeve. Belengazê mazûvan newêre ji wan re bibêje:

– Hey kûçikbavno herin derve tirên xwe bikin.

Ji bîna tiran pozê xwe digirin. Cendirme her yekî darek digire, li mazûvan û zarokên wî dixin. Mazûvan newêre ji wan re bibêje:

– Hûn çima li me dixin?

Cendirme dibêjin:

– Bi quran hûn biqîrin an jî bigirîn û gundî pê bihesin werin û hûn bêjin em ji bo çi li we dixin. Em ê we bikujin û li wan dixin. Ew jî ji ber darên cendirmeyan dikin qêrîn û dibêjin:

– Hewar e, hewar e.

Cîranê wan diçin mala wan. Ew jî ji bîna pozê xwe digirin. Bala xwe didinê, cendirme bi daran li wan dixin. Mazûvan ji cendirmeyan re dibêje:

– Yaw we got çi bikin û me çi kir. We çi kir û hûn çi dikin û çima hûn çi dikin?

( yanî law we got noka biqelînin, me nok qelandin. We xwar û hûn nepixîn û hûn tiran dikin. Hûn çima li me dixin?) Wê gavê gundî nizanin dibêjin çi, ji wan fêm nakin,bê ji bo çi li wan dixin.

Cendirmeyên li wan dixin ji gundiyan re dibêjin:

– Kuro hûn bi çi zimanî bi hev re dipeyivin. Em ji we tiştek fêm nakin. Xwediyê malê dibêje:

– Cîran sibê sibê ez ê bêjim. Cendirme hey li wan dixin.

Dibêje sibe cendirme diteqizin diçin. Cîran û gundiyê wan diçin dipirsin dibêjin:

– Law îşev sûcê we çibû? Cendirme çima li we dixist? We çi kiribû? Hûn bi zimanekî dipeyiviyan me ji we fêm nekir, ew kîjan zimanî bû, çi dawa bû?

We digot;

-Yaw we got çi bikin û me çê kir.  We çi kir û hûn çi dikin û çima hûn çi dikin?

Xwediyê malê dibêje:

– Cîran qet nepirsin. Wan kûçikbavna ji me re gotin;

-Ji me re nokan biqelînin.

Me ji wan re nok qelandin. Fena keran ketin ser legana nokan xwarin qedandin. Bi ser de ava kûzek jî qedandin û nepixîn û tir kirin. Tir kirin hundir bi ser bînê ket. Û dar girtin û li me xistin. Gotin;

-Eger hûn bêjin cendirma nok xwarine û tir kirine loma li me dixin, em ê we bi daran bikujin. Me jî newêribû bigota ji bo tirekiya xwe li me dixin.

Me jî wisa got.

Yanî me got:

– Law we ji me re got nokan biqelînin. Me nok qelandin. We nok xwar û we tir kir. Hûn çima li me dixin.