4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberên OHD û ÎHD’ê piştgirî dan rojnamegeran

Nûnerên Şaxên OHD û ÎHD’ê li Stenbol û Enqereyê buroyên  ajansên JINNEWS, MA û rojnameya Yenî Yaşamê  ziyaret kirin û piştgiriya xwe anîn ziman.

Duh polîsan li Stenbol û Enqereyê 9 rojnameger binçav kirin. Piştî polîsan rojnamegerên MA, JINNEWS, Yenî Yaşamê binçav kirin îro gelek sazî û rêxistinên civakî daxuyanî dan û bertekên xwe anîn ziman. Nûnerên Komeleya  Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê û Komeleya Mafên Mirovan li Stenbol û Enqereyê çûn serdana buroyên çapemeniya azad û piştgiriya xwe ya bi rojnamegeran re anîn ziman.

Li Stenbolê Nûnerên OHD’ê çûn serdana Ajansa Mezopotamya (MA) û Rojnameya Yenî Yaşamê. Parêzerên OHD’ê diyar kirin ku rewşa 9 rojnamegerên hatine binçavkirin baş in û wiha gotin: “Ev operasyona li dijî rojnamegeran li dervê hiqûq û mafên mirovan e. Em vê yekê qebûl nakin.

Li Enqereyê jî nûnerên Giştî yên ÎHD’ê yên Enqere û nûnerên OHD’ê buroyên MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê ziyaret kirin û piştgiriya xwe anîn ziman.