Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Minbicê têkildarî tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û astengkirina hevdîtina malbat û parêzeran daxuyaniyek da. Dayika şehîd Ehmed Kenan û Emîna Kanan li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li navenda bajarê Minbicê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku rayedarên Tirk ên mafên bingehîn ên Abdullah Ocalan bin pê dike û ji 25’ê Adara 2021’ê de agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Dayikên Aştiyê, di serî de CPT’yê bang li saziyên mafên mirovan kir ku berpirsyarên xwe li hemberî Abdullah Ocalan pêk bînin û ji bo rakirina tecrîda li ser wî bixebitin. Dayikên Aştiyê diyar kir ku dewleta Tirk û hêzên komploger bi siyaseteke qirêj Abdullah Ocalan revand û xwestin îradeya wî û berxwedana wî ya bêhempa têk bibin. Dayikên Aştiyê diyar kir ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têkoşînê geş bikin.