4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di şaredariyan de rola jinê

Bi pergala Hevserokatiyê re şaredarên jin ne tenê feraseta ku jin dikare xwe bi rêve bibe hilweşand, ji civakê re jî nîşan da ku rêveberî bi hevkariya jin û mêr pêkan e.

Pêvajoyên demokratîk ên li Tirkiyeyê xebatên xurtkirina maf û temsîliyeta komên cuda yên civakî dihewîne. Di van salên dawî de xebatên civaka kurd ên ji bo vegerandina şaredariyên xwe ji qeyûman weke pêşketineke girîng derketiye pêş. Ev pêvajo aliyên cuda yên têkoşîna demokrasiyê û girîngiya beşdariya civakî radixe ber çavan. Di vê pêvajoyê de rola jinan di rêveberiyên herêmî de ji têgeha “kotaya jinan” derbas bû û nîşan da ku pergala “hevserokatiyê, temsîliyeta wekhev” ku modela jin û mêr bi hev re bi rê ve dibin, gaveke rast e.

Pergala “Hevserokatiyê, temsîliyeta wekhev” ku di sala 2014’an de dest bi tatbîqatê kir, rola jinan a di şaredariyê de tenê ji pozîsyona sembolîk derxist û hişt ku ew di nava pêvajoyeke rastîn a biryarê de cih bigirin. Bi vê pergalê re şaredarên jin ne tenê feraseta ku jin dikare xwe bi rêve bibe hilweşand, ji civakê re jî nîşan da ku rêveberî bi hevkariya jin û mêr pêkan e.

Jinan ne tenê di siyasetê de, di şaredariyê de jî pêwîstiya xwedîderketina li siyasetê nîşan dan. Tevlîbûna jinan rêveberiyên herêmî berfirehtir û adiltir kiriye. Li bajarên kurdan hilbijartina şaredariyên jin, gaveke girîng bû ji bo jin hêza xwe di siyasetê de nîşan bidin. Ev jin ne tenê di nava civakên xwe de, li tevahiya welat bûne sembola demokrasî û wekheviyê.

Di şaredariyê de rola jinan tenê bi serokatiyê re ne sînordar e. Her wiha di meclîsên şaredariyan, meclîsên taxan û yekeyên rêveberiyên herêmî de bi awayekî aktîf cih digirin û beşdarî pêvajoyên biryardanê dibin. Ev yek dihêle ku biryarên demokratîk bi perspektîfek berfireh werin nirxandin û hewcedariyên beşên cuda yên civakê li ber çavan bên girtin.

Lê belê di mijara tevlêbûna jinan a di şaredariyê de divê gavên zêdetir bên avêtin. Divê di asta rêveberiyê de nûnertiya jinan bê zêdekirin û zêdetir tev li pêvajoyên biryardayînê bibin. Di heman demê de pêşxistina kapasîteyên pêşengiya jinan bi perwerde û bernameyên piştgiriyê girîng e. Divê em ji bîr nekin ku têkoşîna demokrasî û wekheviyê ne tenê di hilbijartinan de di jiyana rojane de jî didome. Tevlêbûna jinan a di şaredariyê de parçeyek girîng a vê têkoşînê ye. Ji bo siberojê civakek adiltir û berfirehtir, divê dengê her kesî were bihîstin û nêzîkatiya rêveberiyên herêmî ku her kes tê de temsîla xwe tê de hebe, were pejirandin.

Hêza demokrasiyê ew e ku cudahî bên cem hev û pêşerojeke hevpar ava bikin. Rola aktîf a jinan a di şaredariyê de wê vê hêzê hîn zêdetir bike û di hemû qadên civaka me de rê li avakirina nîzamek dadperwertir bigire. Dema ku em bi hêvî li pêşerojê dinêrin, divê em nirxên bingehîn ên demokrasî û wekheviyê bidomînin.