8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêwitiya duyemîn a Rûsyayê û 17 rojên piştî wê

Di 16’ê çileyê sala 1999’an de di encama polîtîkayên dewletên komploger ên ku serkêşê wan Amerîka bû Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mecbur dimîne ku ji Îtalyayê derkeve.

Di saetên derketina Rêberê Gelê Kurd a ji Romayê de, Qesra Spî jî di heman kêliyê de daxuyanî da. Vê yekê jî careke din nîşan da ku serkêşê komplogeran rêveberiya Amerîkaya bixwe ye. Di 16’ê çileyê de serokê Konseya Ewlehiyê ya Qesra Spî Sandy Berger wiha digot: “Divê Abdullah Ocalan derkeve hemberî dadgehê û hesap jê bê pirsîn. Me dixwest ku Ocalan di çerçoveya hiqûqa navneteweyî û qanûnên navxweyî îadeyî Tirkiyeyê bê kirin. Lê qanûnên Îtalyayê ev yek pêk neanî.”

Di 18’ê meha çileyê de Wezîrê Kare Derve yê Rûsyayê Aleksandr Lebedev bi gotinên ‘Dema Ocalan bikeve destê me em ê di kêliyê de dersînor bikin.”soz dida hikûmeta tirk. Dîsa di heman rojê de Bulent Ecevît di daxuyaniya xwe de digot: “Xuyaye ku rêwitiya Ocalan ji aliyê rayedarên Rûsyayê ve hatiye pejirandin. Wisa tê texmînkirin ku ev rêwitî li ser bingeha mebestên derbasbûnê pêk tê.”

Dema cara duyem balafira Rêberê Gelê Kurd tê de, berê xwe dide Rûsyayê rasterast naçe Moskovayê û li bajarê Nîjnî Novgorod (Novgarad) ê 400 km ji Moskovayê dûr e, dimîne. Ligel Rêberê Gelê Kurd  nûnerê înterpolê Mecît Mamoyan hebû û kesên tên pêşiya balafirê jî Nûman Ûçar, Cemal Şamoyan, Rostem Biroyî û Ezîzê Cewo bûn. Li Nîjnî Novgorodê çend rojan di maleke ku tê amadekirin de dimînin.

Ezîzê Cewo ji bo wan çend rojan wiha dibêje: “Bi hatine Rêber Apo nûnerên dewletê di kêliyê de hatin ji me re gotin ‘dewlet ne amadeye ku hûn li vir bimînin’. Dewlet bixwe her çiqas ku ne dixwest Rêber Apo li Rûsyayê bimîne jî hin kom û derdorên rêveber dixwestin qertê kurd ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin. Lê pirsgirêka heyî ew bû ku dewletê bi awayî fermî daxwaza îltîcayê qebûl nedikir. Dewleta Rûsyayê ji bo hatina Rêber Apo biryarek negirtibû û çûyina ji Rûsyayê didan pêşiya wî.

Paşê li ser daxwaza hikûmeta Rûsyayê hemû prosedûrên fermî ji bo çûna Rêber Ocalan hatin bicihkirin û biryar hat dayîn ku çûna Kurdistanê di ser Ermenistanê de pêk were. Di 20’ê çileyê de em derbasî balafirgeha Moskovayê bûn. Li vir ji me re gotin em balafirê amade dikin. Piştî ku em 5-6 saetan dan sekinandin gotin ‘Ermenistan destûrê nade, divê em we bibin cihekî bi ewle’. Em birin têxistin balafireke leşkerî û em birin cihekî ku em nizanin. Her ku balafir bilind bû min li pasaportan meyze kir û ferq kir ku berê me dane Dûşenbeya Tacikistanê. Li ser vê yekê axaftinên hişk di navbera min û kesên di balafirê de derbas bûn.’ Hê wisa Serokatî meraq kir û pirsî. Min jî got em xapandin vaye berê me didin Tacikistana ku ne cihekî bi ewle ye. Serokatî hinekî fikirî û got tiştekî em bikaribin heye gelo û ji bo çareseriyê fikirî. Careke din li min vegeriya û got ‘Ev lîstikeke çawa ye, kî di nav vê lîstikê de heye?’ Haya Nûman Ûçar ji vê plana komplogeran hebû lê wî qet dengê xwe dernexist. Êdî em li balafirgeha Dûşenbeyê bûn.”

Ji 16’ê çileyê heta dawiya wê jî Rêberê Gelê Kurd li Dûşenbeyê dimîne. Li vir mala tê de dimînin tenê dihêlin ku du odeyan bikar bînin. Rêberê Gelê Kurd di vê mala leşkerî de bi şert û mercên mîna girtîgehê de dimîne. Dema ku bixwaze derkeve hewşê jê re destûr nayê dayîn. Yanî hêzên taybet ên girêdayî komplogeran bi şev û roj nobed li Rêberê Gelê Kurd digirtin.

Der barê rojên li Dûşenbeyê, Ezîzê Cewo wiha qala Rêberê Gelê Kurd dike: “Di wan rojan de bi gelemperî dema derfet dihat dayîn, serokatî li bexçe volta diavêtin. Hemû rêyên ragihandin- têkiliyê ji me re hatibûn qutkirin. Lê di nav van şert û mercan de jî serokatî ji bo rê û rêbazê li ber xwe dida û heta derengî şevê jî dişûxulî. Ji bo tevger, gel û rêxistinê dixwend, di nivîsî û deng qeyd dikir. Rewşa gel hemû hewldanên me yên ji bo avakirina têkiliyê bêencam diman. Di voltaya me ya dawiyê de serokatî got; ‘Ev çiye, îxanete gelo? Xwe bi xwe bersiva xwe jî da û got belê navê vê tiştê îxanet e?”

Rêberê Gelê Kurd têkildarî çûyîna duyemîn a Rûsyayê dinirxîne û wiha dibêje: “Cara duyemîn çûyîna min a Rûsyayê şaşî bû. Lê di vê şaşiyê de rola helwesta şelaq a Nûman Uçar hebû. Min ji vê helwesta şelaq a min hê jî rastiya wê fêhm nekiriye bawer kir û ketim rê. Eger min rastiya vê helwestê zanîbûya, ji sedî sed ez ji Romayê dernediketim. Ez hatibûm xapandin. Tê bîra min, dema ez bi balafira taybet a D’Alema ji saha NATO’yê derketibûm, min kesereke kûr kişandibû. Lê ev rewşeke wisa bû ku mîna mirov ji baranê bireve li zîpikê biqelibe. Îcar Îstîxbarata Hundir a Rûsyayê piştî ku ez razî kirim ji bo ez biçim Ermenistanê, ez birim balafirgehê. Li gorî lihevkirina wan, çûyîna min a Ermenistanê xira bûbû û lewma ji min re gotin, eger ez bixwazim dikarim hefteyekê li Tacikistanê bimînim û di nava hefteyê de wê karibin alternatîfekê peyda bikin. Bi awayekî wan ez xapandim û li balafireke kargo suwar kirim û li paytexta Tacikistanê daxistim. Em hefteyekê bêyî ku derkevin derve timî di odeyekê de man. Em paşê vegeriyan Moskovayê. Neçar me dîsa serî li dostên Yewnan da. Di nav du rojan de piştî rojeke tijî serhatî, sar û bi berf a Moskovayê me dîsa berê xwe da Atînayê.”

Roj bi roj dema mirov dêhna xwe dide polîtîka û nêzikatiyên dewletên komploger rastiya wan a ji bo berjewendiyên tevdigerin, derkeve holê. Tenê kronolojiya hefteya li Rûsya û Tacikistanê têra xwe lîstik û polîtîkayên xerabiya hêzên hegemonîk datîne ber çavan.

Di 19’ê çile de ji bo ku Rêberê Gelê Kurd ji Rûsyayê bê derxistin, wezîra karê derve ya Amerîkayê Madeleine Albrigt biryar da ku dê di 26’ê çileyê de biçe Moskovayê.

Di 20’ê çileyê de Rêberê Gelê Kurd bi awayekî lez û bez ji Moskovayê hat derxistin bi darê zorê li balafireke kargoyê siwar kirin derxistin derveyî sînorên Rûsyayê, birin Tacikistanê.

Di 21’ê çileyê de serokwezîrê tirk Bulent Ecevît ku bi Musteşarê MÎT’ê Şengal Atasagun û serokkomarê tirk Demîrel re hevdîtin kir û derkete ber raya giştî û digot: “ Em bawer in ku Rûsya wê cihê Ocalan lê tespît bike û wî bigire.”

Di 22’ê çileyê de Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Îgor Îvanov got ku: “Li gor lêkolînên me bi awayekî fermî ez niha dikarim bêjim ku, Ocalan li ser axa welatê me ye.”

Di 26’ê çileyê de Wezîra Karê Derve ya Amerîkayê Madılîn Olbrayt serdana Moskovayê kir û bi serokwezîr Prîmakov re hevdîtin pêk anîn. Di rojeva wan de mijara yekem, Rêberê Gelê Kurd bû.

Di 28’ê çileyê de piştî ku Albrîght ji Moskovayê derket, Abdullah Ocalan ê ku 8 rojan li Tacikistanê ji aliyê Rûsyayê ve di bin tecrîdeke giran de mabû, dubare careke din birin Moskovayê.

Di 29’ê çileyê de Rêberê Gelê Kurd bi balafira taybet a bi rêya Amîralê yewnanî yê teqawît Naksakîs şandibû Rûsyayê, cara dûyemîn berê xwe da Atînayê. Li gûndê bi navê Nea Makrî yên 40 km ji navenda Atînayê dûr li mala nivîskara bi navê Vula Damîanakuyê dimîne.

Di 30’ê çileye de Antonio Naksakîs ji bo Rêbêrê Gelê Kurd li Yewnenistanê bimîne bi wezîrê kare derve Teodoros Pangalos re hevdîtineke dike. Pangalos peyamekê ji Reber Ocalan re dişîne û dibêje ‘ez dixwazim rûbirû bi te bibînim.’ Rêberê Gelê Kurd li ser vê peyamê bi Naksakîs re diçin cihê hevdîtinê lê li vir di cihê Pangalos de ji îstîxbarate Yewnenistanê Stavrakakîs û Kelenderîdîs derkevin pêşberî wan.

Di 31’ê çileyê de ji aliyê hikûmeta yewnan ve balafirek tê temînkirin û Rêberê Gelê Kurd derbasî paytexta Belarûs- Mînskê dibe. Qaşo piştî Mînskê dê balafireke din Rêberê Gelê Kurd biriba bajarê Laheyê yê Hollandayê. Lê mixabin plan û projeyên dewletên komploger li ser xapandinê hatibûn ava kirin û ji bo berjewendiyên xwe çi ji destê wan dihat dikirin.

Di 1’ê sibatê de radyoya Hollandayê daxuyand ku daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo Hollandayê ne hatiye qebûlkirin. Di heman şevê de tenê ne ya Hollandayê hemû qadên hewayî ji Rêberê Gelê Kurd re hatin qedexekirin. Li Mînskê hertim hewldan ku Rêberê Gelê Kurd ji balafirê peya bibe, lê wî ferzkirin qebûl nekir ji balafirê derneket. Li ser vê yekê balafira Yewnenistanê di heman şevê saet di 4’an de disa vegeriya Atînayê.

Li Atînayê careke din hevkarê Amerîka û endamê NATO’yê Stavrakakîs Rêberê Gelê Kurd pêşwazî kir. Di heman şevê de bi awayekî lez û bez berê Rêberê Gelê Kurd dan Girava Korfû, cihê leşkerên Amerîka û Îngîlîzan lê diman. Teodoros Pangalos di şeveqa 1’ê sibatê de telefonî sefîrê Amerîka yê Atînayê Nîcholas Burns kir û jê re got Ocalan li Yewnenistanê ye. Li ser vê yekê jî Burns talîmata ‘wî ji Yewnenistanê derînin û êdî bi tişteke din ve eleqedar nebin’ da.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 2’ê sibatê de li Girava Korfûyê di malekê de hat bicihkirin û di bin tecrîdê de bû. Saet li 20:30’an jê re hat gotin ku hewceye xwe ji bo çûyina Afrîkayê amade bike. Li ser vê yekê ji malê ber bi balafirgehê ve çûn. Lê di 2’ê sibatê de ber bi şeveqê saet li 5: 30’an balafira ku hatî ne qeydeke wê ya fermî ne jî ala ku eydî kîjan welatî ye hebû. Balafira veşartî ya ji Swîsreyê  hat û bi destê Gladyoya NATO’yê û CIA’yê ve hatibû amadekirinê, ber bi paytexta Naîrobî ya bajarê Kenyayê ve diçe.

Rêberê Gelê Kurd têkildarî van 17’e rojên ku ji Romayê destpêkirî û bi Kenyayê dawî bûn wiha dibêje: “Pêvajo, amadekirina Çarmix ango tabûtê bû. Yên li Moskovayê, bizmarên yekem bi dijwarî lê xistin û êdî di rûyên wan de haveynê hevaltiyê tunebû. Wisa xuya dikir ku biryara teqez ji jorê hatibû. Min daxwaza xwe ya ji bo çûna Kurdistanê ragihand ji wan re. Piştre berê min dan Tacikistanê û di malekî hiştim. Navê vê tiştê revandin bû. 8 rojan li vir di bin tecrîdê de mam. Piştre ez careke din anîm Moskovayê… Dema balafira Gladyoyê di ser Deryaya Spî de diçû min ew kêlî şibande qirkirina cihûyan ku qurbanên xwe bi seferên trênê bar dikirin. Em ketibûn pêvajoyeke herî krîtîk a ku di şexsê min de li ser gelekî jî rejîma qirkirinê pêk dihat.”