12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêwîtiya lêgerîn û lêpirsînê

Bi rêwîtiya lêgerîn û lêpirsînê ya berhema bi navê “Telebe” ya nivîskarê girtî Delîl Payîz re, reşikên çavên min ji ronahiyeke nû re vebûn. Bi mijar û peyama dihat dayin, têgehên kurdewarî û hunera şibandinê, têkiliyên sedem-encamê, fikra sereke, taybetmendiyên kesayetî û ruhî, ber bi asoya hizrê ve bi rê ketim. Bi raza çend bizotên di bin xweliyê de û dengê kevirekî xweşik, bi van gotinên nivîskar dîsa bi per û bask bûm; “Kulîlkên dora bihîvê hîn nû vedibûn. Ji dûr ve çilspî xuya dikirin. Mizgîniya biharê bûn ev kulîlk. Xilasbûna zivistanê bûn. Mirina sar, seqem û qeşayê; vejîna xwezayeke germ û bişînkayî.”

Mijar û peyama tê dayin

Di hinek çîrokan de dema mirov tê dawiyê, mijarê û peyama tê dayin hîn nû ji kûr de fam dike. Ev jî rêbazeke din a nivîsandina çîrokê ye. Lê bi bandor e. Di hinek çîrokên Delîl Payîz de ev rêbaz hatibû bikaranîn. Li gorî min ev yek daxwaza xwendina çîrokê jî zêde dike. Teşeyekî cuda lê bar dike û hişyariyekê di mejî de dide avakirin. Carinan jî du hevokên dawiyê perdeya li ser wêneyê çîrokê dide alî. Di çîroka bi navê Aram a nivîskar de her du hevokên dawiyê wateya her du hevokên di serî de kifş dike. Di serî de wiha tê gotin: “Kî dibêje li Mêrdînê derya tune ye, Mêrdîn tev çol û deşt e? Kî? Ka bila gavekê derkeve pêş.” Dema çîrok ber bi dawîbûnê ve diçe her du hevokên dawiyê wiha diherikin: “Dema hevalê Aram çavên xwe yên deryayî li jiyanê girt deryaya Mêrdînê jî çikiya ziwa bû. Niha Mêrdîn bê derya ye.” Heta dawiya çîrokê meraqeq ji min re peyde bû. Meraqa deryayekê. Lê tu nabêjî0 ev deryaya di çavên Aram de dihat parastin, bi ruhekî zindî dengê pêlên xwe dida bihîstin.

Têgehên kurdewarî û şibandin

Hunera şibandinê û bikaranîna têgehên kurdewarî ya di berheman de mîna du stêrkên geş ên li asîmanê dil in. Di çîroka “Diya Min” a nivîskar de hem hunera şibandinê hatiye bikaranîn hem jî di nava wê hunerê de têgehên kurdewarî cihên xwe girtine. Bi van her du hevokên di berhema nivîskar de meseleya min xwest balê bikşînim ser bêtir şênber dike: “Yên ku li remoqa traqtorê siwar bûne baş dizanin çiqas dijwar e rûniştina remoqê. Weke dewê ku di hindurê meşkê de biçeliqe, em ji aliyekî difiriyan aliyê din.” Dewê di hundurê meşkê de di jiyana kurdan de xwedî cihekî girîng e. Dew û meşk tama rûnê nîvişk ê li ser dika gund bi bîr tîne. Elbet bêtir a di zarokatiyê de. Her wiha çîroka “Diya Min” bi devê zarokekê/î hatiye honandin. Ev jî hesteke taybet dide avakirin.

Têkiliya sedem-encamê

Têkiliya sedem-encamê di hinek çîrokên vê berhemê de baş di mejiyê min de rûnişt. Her wiha nivîskar di çîrokên xwe de bêtir şêwazeke realîst bi kar aniye. Û berî daye wê kûrahiya derûnî jî. Bi peyamên di dawiya çîrokên xwe de, bi honandina bûyerê hêza aqilê xwe nîşan daye.

Fikra sereke ya berhemê

Di vê berhemê de fikra sereke têkoşîna di riya doza kurdayetiyê de ye. Nivîskar bi vê hevoka xwe cih daye berteka li dijî înkarkirina eslê xwe: “Dariusê ku eslê xwe înkar kiribû, şermezar kir.” Diyar e nivîskar li ser mijar û lihevkirina çîrokên xwe jî baş kûr bûye. Têkiliyeke hêsan di navbera karakter, xwîner û peyama li ber çavan, hatiye avakirin. Dem û cihê bûyer lê qewimiye bêtir bi awayekî rasteqîn û şênber xuya dike.

Taybetmediyên kesayetî û ruhî

Di berhema “Telebe” ya nivîskar de em li taybetmendiyeke xurt a kesayetî û ruhî ya lehengê çîrokê rast tên. Mirov bi van hevokên di çîrokê de di heman demê de ruhê azad ku ji rehma axa xwe nehatiye qutkirin, dibîne: “Dema bi pêgermok digeriya û xeyal dikir wê wextê ji nav dîwarê zindanê firar dikir. Diçû wargeheke ku jê hez dike, bi mirovên ku ji wan hez dikir re diaxivî, dikeniya…”

Rolên zayenda civakî

Di nirxandinên xwe yên berê de jî min bal kişandibû ser rolên zayenda civakî. Ev mijareke girîng e û divê em tim bînin ser ziman. Di vê berhemê de jî dîsa çêkirin û amadekirina xwarinê para jinê ketiye. Di çîroka “Kevir” a nivîskar de bi vê hevokê em dikarin mînaka rola çêkirin û amadekirina xwarinê ya li jinê hatiye barkirin nîşan bidin:”Keçê rabe ji birê xwe re gezek nan amade bike!”

Dûrxistina ji ruhê ax û xwezayê

Kurd her tim bi hesreta ax û xwezaya xwe naliyane. Ev nalîn çûye di ezmanan re derketiye. Bi vê hevoka di berhemê de ev nalîn di dil û mejî de zindî dibe: “Şewitandina gund ku yek kêliya wê ji bîra wî neçûbû wext bi wext di ber dil û çavên wî re derbas dikir.” Dîsa bi vê hevoka di berhemê de jî li dijî zilm, zordestî, neheqî, polîtîkayên tunehesibandin û înkarkirinê kurd pişta xwe dispêrin ronahiya rojê: “Ne bav, ne dê, ne jî xwediyê me heye. Tenê roj li me xwedî derketibû û dilê me yê sar germ kiribû.”

Doza birûmet

“Heta ku mal hemû şewitîn vê waweylêyê domand. Orînî û dengê heywanên ku bi saxî şewitîn hê jî di guhê Apê Ehmed de bû. “ Têkoşîna birûmet a gelê kurd a li hember vê zilmê û tunehesibandinê her tim dewam kiriye. Bi vê hevoka di çîroka “Evîneke Porspî” de ev têkoşîna birûmet dîsa eşkere xuya dike: “Ji dêvla ku em ê bibin qoricî û kurtêlxur û li hemberî şervanên dilê xwe bi dijmin re hevkariyê bikin, bila em bibin mitirb û koçber hîn çêtir e.” Apê Ehmedê nebû cerdevan û ji gundê xwe bi zorê hat derxistin ji bo gundê xwe careke din bibîne diçe û li ser riya gund koça dawiyê dike. Gelek kurdên wiha birûmet di riya doza xwe de jiyana xwe ji dest dane.

Rêwîtiya lêgerîn û lêpirsînê

Rêwîtiya lêgerîn û lêpirsînê ya di nava berhemekê de yek ji armanca xwendinê ye. Ger ev rêwîtî baş derbas bibe sûdek baş jî tê wergirtin. Ez dikarim bêjim ji vê rêwîtiya lêgerîn û lêpirsînê ya di berhema bi navê “Telebe” de min sûd wergirt. Di vê rêwîtiyê de carinan li Bekoyê Ewan rast hatim, carinan li dû meraqê gindor bûm, carinan jî di nava vê benda helbesta di çîroka “Dorevanê Agir” de dibûm çirûskeke ji agirê ber bi ezmên ve bilind dibû:

di şevên çik sayî de

bû hevalbendê êgir

di agirê çavên wî de

laşê çaran dişewite

çardehê tîrhemê dihele 