7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şîrketa Youtubê qenala Youtubê ya Med Muzîk TV’yê girt

Qenala Yotubê ya Med Muzîk TV’yê bêyî ku sedemek bê nîşandan ji aliyê şîrketa Yotubê ve hat girtin.

Girtin û astengkirina sazî û dezgehên çapameniya kurd berdewam dikin. Piştî gelek astgengî û êrîşên ku li bakurê Kurdistanê li dijî çapameniya kurd tên pêşxistin, bi zextên Tirkiyeyê li qada navneteweyî jî li dijî çapamiya kurd êrîş tên kirin. Di vê çarçoveyê de şirketa Yotubê bêyî ku sedemek nîşan bide qenala Yotubê ya Med Muzîk TV’yê girt.

Desteya weşanê ya Med Muzîk TV’yê, der barê mijarê de daxuyaniyek da û bertek nîşanî girtina qenalê da. Desteyê, diyar kir ku hemû weşanên qenala wan çandî û hunerî ne û girtina wê êrîşek e li dijî nirxên gelê kurd e.

‘Em ê li her platformê hebin’

Desteyê, di berdewama daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Nirx û nîşaneyên neteweyî yên gelê kurd, beyî ku tu hincet bê nîşandan, tên qedexekirin, li dijî rêgezên weşangeriyê tên sansorkirin. Pêkanîna biryarên xwecihî yên rêveberiyên faşîst li platformên navneteweyî, hewildaneke siyasî û bi alîgirî ye. GOOGLE û YOUTUBE‘yê, navirokên wiha yên gelê kurd gelek caran sansor ya jî bi sînor kirine. Em li hêviyê ne ku dawî li van pêkanînan bê anîn û rêz ji nirxên neteweyî yên kurdan re bê girtin. Em, vê pêkanîna bi neheqî ku li çand û nîşaneyên nirxên neteweyî yên kurd hatiye kirin, şermezar dikin.

Bi pêkanînên wiha, kes nikare rê li ber bigire ku gelê me nekare bi rêya nûçe, çand û hunerê xwe bigihîne nirxên xwe. Ji bo ji berê baştir hunera çandî ya kult bigihînin gelê xwe, em ê bi rêgezên xwe yên weşangeriyê ve girêdayî bin û bigihînin astên bilind ên xurttir. Ji bo gelê me xwe bigihîne me, em ê li her platformê hebin.“