spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêwiyên Meşa Azadiyê li Êlihê Mehmet Sîncar bi bîr anînin

Rêwiyên Meşa Azadiyê siyasetmedarê kurd Mehmet Sîncar ê di sala 1993’yan de li Êlihê hatibû qetilkirin, bi bîr anîn

“Meşa Mezin a Azadiyê” ya siyasetmedar û nûnerên rêxistinên sivîl, bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, hatiye destpêkirin bi du baskan berdewam dike. Baskê meşê yê Qersê li Êlihê, parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) Mehmet Sîncar ê di 4’ê îlonê de li Êlihê hatibû qetilkirin, li cihê ku hatibû qetilkirin, bi bîr anî. Parlamenterê DEP’ê yê berê Nîzamettîn Togûç ê di heman êrişê de birîndar bûbû jî tevli bîranîna li kuçeya Elma ya taxa Çarşiyê hatiye lidarxistin, bû.

‘Dê meşa me dom bike’

Meşvan û welatiyên bi wan re, wêneyên Mehmet Sîncar û siyasetmedarên kurd Habîp Kiliç û Metîn Ozdemîr hilgirtin. Bîranîn bi deqeyekê rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir. Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal di bîranînê de axivî û ev tişt gotin: “Dîroka komarê bi qetlîam, bişaftin û înkarkirinê re tejî ye. Yên ku siyasetê kirin, hatin qetilkirin û xistin girtîgehan. Kesên ku qetil kirin, nehatin cezakirin, lê hatin xelatkirin. Doza Mehmet Sîncar bi hinceta derbasbûna demê, rakirin ser refên tozgirtî. Em dizanin ka faîl kî ne. Em ji bona ku siyasetmedarên me, ciwanên me nemirin dimeşin.”

Aslan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser kesên di salên 90’î de hatine qetilkirin û wiha pê de çû: “Bila di şexsê Mehmet Sîncar de ji hemû hevalan re soza me be; heya kujerên her hevalên me qetil kirine, neyên cezakirin, heya ku pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk neyê çareserkirin dê meşa me bidome. Ev meş, meşa Mehmet Sîncar, Mehmet Ozdemîr, Vedat Aydin, Mûsa Anter e. Têkoşîna wan, rêya me ronî dike. Heya ku birêz Ocalan azad dibe, dê meşa me bidome.”

Ocalan ji bo kurdan xeta sor e

Nîzamettîn Togûç ê di êrişa li dijî Mehmet Sîncar hatibû kirin de birîndar bûbû, jî wiha axivî: “Mehmet Sîncar, çavên xwe veke, hevalên te, meşvanên azadiyê li vê derê ne. Îro ji bo azadiya birêz Ocalan meşek heye. Birêz Ocalan ne ji rêzê ye. Heya ew azad dibe, divê em têkoşînê bidomînin. Tecrîda ser birêz Ocalan tê sepandin ji bo kurdan xeta sor e. Azadiya birêz Ocalan azadiya gelê kurd e.”

Li cihê ku Sîncar hatiye bîranîn, qûrnefîl hatin danîn.