28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêwiyên Meşa Azadiyê li Qilabanê ye

Rêwiyên Meşa Mezin a Azadiyê ku di 1’ê sibatê de li Wanê dest pê kir, gihişt Qilabanê. Parlamentera DEM Partiyê Oznur Bartin, bang li hemû kesên aştî û azadiyê dixwazin kir got: "Em bi hevre pirsgirêkê çareser bikin.”

Rêwiyên Meşa Mezin a Azadiyê, bi boneya azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bixwazin di 1’ê Sibatê  de li Wan û Qersê ji 2 baskan ve dest bi Meşa Mezin kirin. Baskê Meşa Mezin a Azadiyê ku li Wanê dest pê kir û derbasî Gever, Colemêrg û navçeya Elkê ya Şirnexê bûn, îro gihiştin Navçeya Qilebanê. Rêwiyên Meşa Azadiyê duh li günde Roboskî çûn ser goristana 34 kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin û îro hatin Qilebanê. Rêwiyên Meşa Azadiyê li Qilebanê bi dirûşmeyên “Bijî berxedana zindanan”, “Ji tecrîdê re na, aştî heman niha” berz kirin.

Rêwiyên Meşa Mezin a Azadiyê piştî gihiştin Qilebanê li vir govend gerandin û daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznur Bartin, bal kişand ser tecrîdkirina hişk a li dijî Rêber Abdullah Ocalan û wiha got: “Em dizanin hemû serlêdanên ji bo biçin Îmraliyê bê bersîv dimînin. Em jî wekî welatparêzên kurd ji bo ji Rêber Abdullah Ocalan re azadiyê bixwazin em ji Qers û Wanê ketin rê. Meşa me ya 1’ê Sibatê 5 roj in gund bi gund, navçe bi navçe didome. Em dibêjin bila Rêberê Gelê kurd azad bibe. Bila pirsgirêka kurd çareser bibe.”

Namzetên Hevşaredariya Qilebanê ya DEM Partiyê Feride Ender û Alî Urek jî rêwiyên Meşa Azadiyê silav kirin û xwestin tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe.

Piştî axaftinan Rêwiyên Azadiyê dirûşmeyên “Li dijî tecrîdê mil bidin mil” berz kirin. Rêwiyên Meşa Azadiyê dê piştî Qilebanê bimeşin Bajaroka Gûndikê Mêlê.