13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêwiyên Azadiyê li Milazgîrê ne

Rêwiyên baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” ya ji Qersê dest bi meşe kirin, gihiştin Milazgir a Mûşê. Li vir Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek destnîşan kir ku ji bo heqîqetê nîşan bidin derketin rê û got: “Serkeftin a kesên ji bo azadiyê derketin rê ye.”

Bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, di 1’ê sibatê de “Meşa Mezin a Azadiyê” hatiye destpêkirin. Meşa mezin di roja 5’an de berdewam dike. Rêwiyên beskê Qersê, îro di danê sibehê de ji Agiriyê ber bi Mûşê ve ketin rê û gihiştin navçeya Milazgirê.

Meşvanan ji ewil gel silav kirin û piştre jî heta pêşiya avahiya rêxistina DEM Partiyê meşiyan. Di meşê de welatiyên li derdorê jî bi çepikan piştgirî dan rêwiyên Meşa Azadiyê.

Meşvan gihiştin pêşiya avahiya partiyê û Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek li vir axivî. Çîçek, anî ziman ku li Tirkiyeyê di mijara wekhevî, edalet û hiqûqê de pirsgirêkên giran hene û got ku welêt bi rêya zext û mêtingeriyê tê birêvebirin.

Çîçek, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî her zehmetiyan jî me meşa xwe li Kurdistana têkneçûyî ji bo civakîkirina meşa xwe em ketin rê. Heta ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin, dê xizanî, birçitî, sirgun, zindan û mirin li ser vê xakê bi dawî nebe. Em wekhevî, edalet û azadiyê dixwazin lewma em ketin rê.”

Çîçek kesên di erdhejên Mereşê de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî wiha pê de çû: “Sibe, salvegera yekemîn a erdhejê ye. Yên dibêjin ‘welat, milet û Sakarya’ di bin kavilan de man. Yên digotin ‘Bila kurd dayika xwe nebînin’ di bin kavilan de man. Di erdhejê de bi dehhezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Lê ew hêj jî dibêjin welat, milet û Sakarya. Hûn her ku dibêjin ala, wê talana xwe vedişêrin. Yên ku dijminatiyê liv ê erdnîgariyê dikin, ne em lê hûn in. Tenê hêza gel dikare van kavilan rake. Van kavilan ne kesên di qesran de dijîn lê hêza birêxistinkirî ya gel dikare paqij bike.”

Çîçek, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em dibêjin çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, heqîqetek heye. Gelê kurd, birêz Ocalan tekane rêber û muxatab dibîne. Em ê her cureyên tecrîdê yên ji bo têkiliya birêz Ocalan û gel dixin meriyetê ji holê rakin. Bi salan berê bi milyonan îmze hatin dayîn birêz Ocalan weke rêber hat qebûlkirin. Vê dewletê di pêvajoya çareseriyê de ev rastî qebûl kir. Em nîşan didin bê ka ev heqîqet çi ye. Ev rê, rêya heqîqetê ye û pîroz be. Dawiya vê rêyê, çareserkirina pirsgirêka kurd û bidawîkirina polîtîkayên tecrîdê ye. Birêz Ocalan, îradeya gelê kurd e. Tekane pêşeng û kes e ku di vê mijarê de lêhûrbûn û xwedî rêyên çareseriyê ye. Em ji bo rakirina pergala îşkenceyê ya Îmraliyê dimeşin. Serkeftin a kesên derketin rê ye.”

Welatiyan jî bi dirûşma “Bijî berxwedana Îmraliyê” û çepikan bersiv da Çîçek.

Rêwiyên meşe piştre derbasî avahiya partiyê bûn û têkildarî armanca meşê bi gel re niqaş kirin. Di heman demê de nivîsên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di demên berê de hatin xwendin û nîqaşkirin. Piştre jî şande ber bi navçeya Kopê ve kete rê.